Malbata gêrîla Karahan çû Meletiyê

Malbata gêrîla Karahan çû Meletiyê

Piştî ku cenazeyê endamê Meclisa Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) û gêrîla Nêrgiz Karahan (Nêrgiz Cizîr) li Zozanên Laleşê hatin wergirtin li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê tê rawestandin û malbata gêrîla Karahan ji bo cenazeyê zaroka xwe bigirin çûn Meletiyê.

gêrîlayên HPG'ê dema Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Berxbirê hatibûn qada mihrîcanê û cenazeyê gêrîlayê Meclisa Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) û gêrîlaya HPG'ê Nêgiz Karahan (Nêrgiz Cizîr) radestî gel kiribûn.

Bi hezaran kesî cenazeyê gêrîlayan wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Li vir jî cenaze şandibûn Meletiyê. Serê sibê malbata gêrîlaya Nêrgiz Karahan (Nêrgiz Cizîr) hatin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û malbat ji bo cenazeyê zaroka xwe bigirin rawestiyane. Ji bo otopsiyê heyeta doktoran amade ye û li benda hatine Dozgerê Komarê ya Meletiyê ne. Piştî otopsiyê malbat dê cenaze bigirin, bibin navçeya Cizirê ya Şirnexê û bi merasimekî oxir bikin.

 

Her wiha malbata endama Meclisa Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) ku di 14-15'ê cotmeha 2012'an de li Elkê di encama pevçûnekî de bi giranî birîndar bûbû û piştre jiyana xwe ji dest dabû ji bo cenazeyê Kaplan bigirin dê îşev ji Wanê biçin Meletiyê.