Malbata gêrîla Hozan Elî dê îro cenazeyê kurê xwe werbigirin
Malbata gêrîla Hozan Elî dê îro cenazeyê kurê xwe werbigirin
Malbata gêrîla Hozan Elî dê îro cenazeyê kurê xwe werbigirin
Malbata gêrîlayê HPG'ê Hozan Elî (Sîdar Rêbaz) piştî testa DNA ya kurê wan diyar bû, dê îr cenazeyê kurê xwe ji Meletiye wergirin.
Di 7'ê Çileyê 2013'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê, leşkerên navçeya Çelê û Qereqola Garê operasyona leşkerî pêk anîbûn. Di operasyonê de 14 gêrîlayên HPG'ê bi çekêm kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên gêrîlayan bi helîkopterê biribûn Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Piştî testa DNA'yê nasnameya gêrîla Hozan Elî (Sîdar Rêbaz) diyar bû, malbata gêrîla Hozan Elî ji Rojava hatin Amedê. Malbat ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin dê îro biçin Meletiyê. Malbata Elî dê li gel rêveberên MEYA-DER'ê sibê biçim Meletiyê û cenazeyê gêrîla Elî ji Meletiyê wergirin û bibin Rojavayê Kurdistanê.