Macron wê ji bo dîlgirtiyên Ermenî bi Aliyev re hevdîtinê bike

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku piştî Cîvina Koma Siyasî ya Ewropayê têkildarî rewşa dîlgirtiyên Ermenî wê bi serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev re hevdîtinekê bike.

Emmanuel Macron şeva Yekşemê li Êrîwanê daxuyaniyek da û got ku ew ê bi Îlham Aliyev re hevdîtinê bike û rewşa dîlgirtiyên Ermenî yên li Azerbeycanê tên ragirtin bîne rojevê.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ew ê piştî Cîvina Koma Siyasî ya Ewropayê (AST) bi Aliyev re hevdîtinê bike û got ku Fransa rola xwe ya navbeynkariya di navbera Baku û Êrîwanê de didomîne.  Rojnamegerekî Ermenî pirsa ‘’Civaka navneteweyî wê ji bo serbestberdana dîlgirtiyan çi bike?’’ li Macron kir û Macron jî li hemberî pirsa berbehs bersiva ‘’Muzakere!’’ da.

Serokê Fransiz diyar kir ku ew ê bi Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan re jî hevdîtinekê bike û got: ‘’Piştî vê hevdîtinê ez ê bi Serok Aliyev re jî hevdîtinekê bikim.’’

Tê payîn ku di çarçoveya seredana Macron a ji bo Êrîwanê de piştî tevlîbûna civîna AST’ê wê seredaneke fermî ya ku heya şeva Sêşemê berdewam bike, pêk bîne.

Civîna AST ya ku piraniya welatên Ewropayê tîne ba hev û salê du caran tê lidarxistin, serokên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) yan jî serokên welatên ne endam tîne ba hev; lê belê Rûsya û Belarûs di vê platformê de cih nagirin.

Macron di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rageşiya di navbera Ermensitanû Azerbeycanê de kêm bûye û ew ketine serdemeke nû û ev yek anîn ziman: ‘’Ji bo xurtkirina aşitî û aramiyê piştgirîdayîna vê pêvajoyê gelekî girîng e. Rola me ew e ku em rewşê baş bikin û ya ji destê me tê, em bikin.’’

Ermenistan û Azerbeycanê di Tebaxa 2025’an de li Washingtonê di bin kontrola Donald Trump de lihevkirineke têkildarî bidawîkirina nelihevkirina ser xakê ya bi deh salan e berdewam dike, îmze kiribûn.

Herêma Qerebaxê ku li navenda şer û pevçûnên di navbera aliyan de ye, piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetan  û li gel şerên di sala 2020’an de ketibû rojevê. Azerbeycanê di sala 2023’yan de li herêma berbehs operasyoneke leşkerî ya demkurt pêk anî û kontrola herêmê dubare bi dest xistibû.