Lûla da Sîlva tevlî 'lêpirsîna nelirêtiyê' hat kirin

Piştî lêpirsînên nelirêtiyê yên Serokdewleta Brezîlyayê Dîlma Roûssef hedef digirin, niha jî er heqê Serokê berê lûla da Sîlva de doz hat vekirin.

Piştî lêpirsînên nelirêtiyê yên Serokdewleta Brezîlyayê Dîlma Roûssef hedef digirin, niha jî er heqê Serokê berê lûla da Sîlva de doz hat vekirin.

Di daxuyaniya Wezareta Cemaweriyê ya Federal de hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna li ser îhaleyên şîreketa bingehsaziyê Odebrecht a li derveyî welat de, wê li Lûla wê pirsîn. Tê îdîakirin ku serokdewletê berê, ji bo bidestxistina îhaleyên mezin ên li welatên Afrîka û Başûrê Amerîkayê ji bo şîrketa Odebrechtê bandora xwe bi kar aniye.

Di hin hevpeyvînên beriya niha li ser xebatên şîrketê hatin weşandin de hat îdîakirin ku Lûla da Sîlva hiştiye ku banka pêşvebirinê ya cemaweriyê BNDES krediyê bide Odebrecht. Serokê rêveberiya şîrketa Odebrecht Marcelo Odebrecht ji 19'ê Hezîranê û vir ve di girtîgehê de ye.

Der barê vekirina lêpirsînê ya li hemberî Lûla da Sîlva de berdevkê Enstîtuya Lûla Jose Chrîspînîano daxuyaniyek da û diyar kir ku xebatên serokdewletê berê 'zelal û qanûnî' ye. Berdevk da xuyakirin ku wan belgeyên li ser mijarê di dawiya hefteya bihurî de radestî dozger Mîrella de Carvalho kirine û bal kişand ser 'lez û beziya' biryara lêpirsînê.