Lîsansên MMC, NÛCE TV, ROJ TV hatin betalkirin

Lîsansên MMC, NÛCE TV, ROJ TV hatin betalkirin

Dadgeha Eyaleta ya Kopenhagê, îro rûniştina îro danê sibê ya dozê de, lîsansa weşanê ya hemû qenalên televîzyonê yên kargeha Mezopotamya Brodcasting û kargeha ROJ TV, betal kir. Dadgehê li her yek ji kargehan 5 milyon Kron, bi giştî 10 milyon Kronên Danîmarkayê (2 milyon Euro) birrî. Dadgehê bi vê biryara xwe re di dîroka çapemeniya Danîmarkayê de mora xwe avêt binê rewşeke nû. Bi vê yekê re cara yekemîn e di dîroka welêt de cezayekî ewçend giran ê pere li kargeheke çapemeniyê tê birrîn.

Mafê dijderketina li biryarê heye. Lê ji bo îtiraz bê kirin, divê cezayê pere yê 10 milyon Kron bê dayîn an jî temînatek bê nîşandan. Eger di nava du hefteyan de îtiraz neyê kirin, wê lîsansên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV betal bibin.

Nûçegihan Amed Dîcle der heqê rewşê de agahî da û diyar kir ku gavên wê ji niha û pê ve bavêjin wê parêzerên wan diyar bike û got, "Eger di nava du hefteyan de îtiraz neyê kirin, wê weşanên televîzyonên me rawestin."

Amed Dîcle da xuyakirin ku dozger xwestiye kargeh bi temamî bê girtin û got, "Dadgehê jî bi cezayê ewçend giran ê pere re, di rastiyê de biryara dozgeriyê erê kiriye."

Dîcle ragihand ku biryara mijara gotinê, ji biryara sala 2012'an girantire û anî ziman ku ev demeke hesabên Mezopotamya Bordcasting hatine cemidandin û astengiyên cihê hatine derxistin. Dîcle anî ziman ku cezayê pere yê hatiye birrîn, di rewşa niha de di asta duyemîn de girîng e û got, "Niha lîsansa weşana me hat betalkrin. Divê di nava du hefteyan de îtiraz bê kirin û di heman demê de cezayê pere were dayîn." Dîcle da xuyakirin ku eger kargeh karibe cezayê pere bide, wê weşanên televîzyonan dewam bikin, lê di rewşeke berovacî de wê weşan qut bibin.

Dîcle da xuyakirin ku dadgehê di biryara xwe de cihekî berfireh daye asta heyî ya çareseriya pirsgirêka Kurd û destnîşan kiriye ku pêvajo erênî ye. Dîcle anî ziman, ku yekemcar e li Danîmarkayê cezayekî ewçend giran ê pere li saziyeke çapemeniyê tê birrîn.

Rojnamevan Ferda Çetîn jî, ku di rûniştina dozê de amade bû diyar kir ku ev biryar bi hevkariya dadgeriyên Tirk û Danîmarkayê hatiye dayîn û got, "Beriya rûniştina dozê Sefîrê Bilind ê Tirk ê li Kopenhagê û rayedarên Sefaretxaneya Bilind, bi dozger û dadgerên li dozê dinêrîn, di nava samimiyetek mezin de tevdigeriyan."

Çetin ragihand ku li gorî agahiyên wan ji parêzeran girtiye, mafê îtiraza li vê biryarê 15 rojan e, lê dibe ku bêyî li benda 15 rojan bê rawestîn, dadgeriya Danîmarkayê dikare di her kêliyê de weşanên televîzyonan rawestîne.