Li Zanîngeha Hambûrgê nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê
Li Zanîngeha Hambûrgê nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê
Li Zanîngeha Hambûrgê nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê
Xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Hambûrgê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, îmze berhevkirin. Xwendekaran her weha ji bo piştgiriya bi berxwedana Parqa Gezî, dezgehek vekirin.
Xwendekarên endamên Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ên li Zanîngeha bajarê Elmanya Hambûrgê dixwînin, di Festîvala "Air Konzert" a her sal ji aliyê YXK û koma çepgir a Elman "Agir" re tê lidarxistin, dezgeha enformasyonê danîn. Di festîvala du rojan de mijarên polîtîk hatin nirxandin û çalakiyên çandî, pêşandan muzîkê hatin kirin. Festîval ji aliyê bi hezaran kesî ve hat ziyaretkirin.
Xwendekarên Kurd di festîvalê de bi koma "Agir" a Elman re dezgehek hevpar danîn û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmze berhev kirin. Di encamê de nêzî 500 îmze hatin berhevkirin û der heqê berxwedana Parqa Gezî de raya giştî ya Elman hat agahdarkirin.
'PÊŞDÎTINÊN OCALAN PIŞTRAST BÛN'
Erdal Huseyîn di axaftina xwe ya li çalakiyê de pêvajoya çareseriyê û berxwedana Parqa Gezî nirxand û bûyerên li Taksîm û Amedê qewimîn weke "Du rûyên madalyonekê" bi nav kir. Huseyîn ragihand, ku ji ber polîtîkayên qedexekar û antî demokratîk ên AKP'ê bûyerên civakî rû dane û got, "Van bûyeran di heman demê de pêşdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştrast kirine. Pêvajoya "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyaneke Azad" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi Newroza 2013'an re hat destpêkirin û têkoşîna demokratîk a civakî ya li Taksîmê, ji hev cûda nikarin bên nirxandin."
Çalakiyeke din a YXK'ê bi heman rengî wê li Zanîngeha Bochûmê bê lidarxistin. Bi du dezgehên di 18-19'ê Hezîranê de li kampusa zanîngehê werin danîn de, wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze werin berhevkirin û bi armanca piştgiriya berxwedana Parqa Gezî, xebat bên meşandin.