Li Zagrosê êrişa bi topan, li Qaqizmanê kemîn

Li Zagrosê êrişa bi topan, li Qaqizmanê kemîn

Navenda Ragihandin  û Çapemeniyê ya HPG'ê (NRÇ-HPG) ragihand ku artêşa Tirk bi obus û hawanan êrişî herêma Zagrosê kiriye û li bejahiya Qaqizmanê jî cerdevan di kemînan de ne.

NRÇ-HPG'ê da xuyakirin ku roja 28'ê Gulanê saet di navbera 16.00 û 18.00 de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, artêşa Tirk bi obus û hawanan êrişî girên "Şehîd Gafûr" û "Şehîd Karker" ên Zagrosê kiriye. Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku gerîlayên HPG'ê jî bi heman rengî bersiv dane êrişan.

Di daxuyaniyê de her weha hat ragihandin li navçeya Qers Qaqizmanê jî, muxtar û sercerdevanê gundê Kizilkîlîse Mûhlîs Kaşli û cerdevanên vî gundî, ji 25'ê Gulanê û vir ve derketine operasyonê li derdora gund ketine kemînan.