Li Yewnanîstanê Penaberên Kurd ketin grêva birçîbûnê
Li Yewnanîstanê Penaberên Kurd ketin grêva birçîbûnê
Li Yewnanîstanê Penaberên Kurd ketin grêva birçîbûnê
Bi armanca şermezarkirina girtina Wargeha Penaberan a Lavriyon a ji aliyê hikûmeta Yewnanîstanê ve, penaberên Kurd grêva birçîbûnê dan destpêkirin.
Di encama hevdîtina di navbera Serokê Yewnanistan û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de Wargeha Lavriyon a li Yewnanîstanê ji aliyê hikûmeta Yewnanîstanê ve hate girtin. Beriya 20 rojan jî hikûmetê xwarin li ser penaberan qut kiribû. Bi armanca şermezarkirina girtina wargehê komeke penaberên Kurd ketin grêva birçîbûnê.
Penaberên Kurd li Yewnanîstanê di rewşeke ne baş de dijîn, ji aliyê polêsan ve tên girtin û penaberên ku têne girtin di zindanên ne diyar de têne bicihkirin.
Li cihê ku grêva birçûbûnê berdewam dike de, endamê Meclîsa PYD᾿ê yê Ewrûpayê Îbrahîm Muslim axivî û bal kişand ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê û pêlên koçberiya ji rojava ber bi Ewrûpa ve. Muslim got: “Rewşa Kurdan li tevahiya Ewrûpayê ne baş e." Muslim bang li welatiyên Kurd kir da ku dev ji welatê xwe bernedin. Muslim di dawiya axaftina xwe de berxwedana şervanên YPG᾿ê silav kir.
Berpirsê Têkiliyan ê Meclîsa Gel Azad Meydanî jî axivî û berxwedana li Rojavayê Kurdistanê silav kir. Meydanî bal kişand ser hevdîtinên ku meclîsê der barê rewşa penaberên Kurd ên li Yewnanîstanê û got ku pêwîst e têkilî di navbera her du gelan de baş be.