Li Yewnanîstanê drama bi deh hezaran penaberan

Bi hezaran penaberên piranî ji Tirkiyeyê bi botan hatine û li giravên Yewnanîstanê bicih bûne, di nav zor û zehmetiyên mezin de dijîn.

Bi hezaran penaberên piranî ji Tirkiyeyê bi botan hatine û li giravên Yewnanîstanê bicih bûne, di nav zor û zehmetiyên mezin de dijîn. Beşeke mezin a penaberan derbasî bajarên mezin dibin û piştre hewl didin derbasî welatên din bibin. Yên li giravan dimînin jî ji ber alîkariya xurekê nayê kirin, bi birçîbûnê re tên rû hev.

Li gorî agahiyên ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) hatiye dayîn tenê di sê hefteyên meha Hezîranê de 15 hezar penaber hatine  giravên Yewnanîstanê û rewşa wan krîtîk e. Bi hezaran penaber li kampan dimînin û cih nemaye. Neçarin di bin şert û mercên dij mirovane de bijîn.

Amnesty International ragihand ku rewşa li kampan gelek xerabe û piranî wek girtîgehan e. Hat gotin ji serê vê salê nêzî 50 hezar penaber hatine û ji van 25 hezar ji ser giravan hatine.

KAMP QIRÊJ IN, PIRANÎ LI KOLANAN DIJÎN

Li gorî agahiyên Amnesty dane li van kampan cihên wekê tuwalet û serşoyê nexweşî belav dibe û nivînên wan ne paqijin. Li girava Kos piranî penaber li kolanan dijîn û an jî li oteleyên girtî yên av û elektîrîk de hatine bicihkirin.

Rewşeke din a giran jî ji ber krîza aborî pere nedane şîrketên xwarinê û şîrketan sewqiyata xwarinê dane sekinandin.

Hat gotin ku ji bo pirsgirêka xurekê çareser bibe merciyên herêmî deriyên kampan vekirine û destur dane ku penaber derbasî bajarên mezin bibin. Ev ahî ji aliyê UNHCR û HRW’ê ve tê piştrastkirin.

Li grava Mîdîllî jî di vîdeoyek ku hatiye kişandin de drama penaberan li ber çavan tê dîtin. Tê dîtin ku penaber ji tirsa ku sewqiyata xwarinê bê birîn, êrîşê konvoya alîkariyê dikin.

LI ATÎNAYÊ REWŞ XETER E

Rewşa penaberên li Atînayê jî xetere. Ji ber ku li bajar otel û wargeh zêde nîne, penaber li Qada Omoniya dimînin.