Li Yemenê êrîşa întixarî: 25 polîs hatin kuştin

Li Yemenê di êrîşa întixarî ya li hember dibistana xwendekarên polîstiyê ya li nêzî bajarê Mûkallayê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Yemenê di êrîşa întixarî ya li hember dibistana xwendekarên polîstiyê ya li nêzî bajarê Mûkallayê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Mûkalla ya paytexta Walîtiya Hadramûtê, piştî ku salekê di bin dagirkeriya El Qaîdeya Yemenê de ma û şûn de, di 24’ê Nîsanê de hate rizgarkirin. Di operasyonên li bajar û derdor,  bi sedan milîtanên El Qaîdeyê hatibûn girtin.

Çeteyên DAIŞ’ê jî dixwaze ji şerên di navbera alîgirên hikûmet, Şîayên Hûsî, eşîrên herêmî û El Qaîdeyê sûdê wergire û bandora xwe li ser welat zêdetir bike.