Li Yemenê bombardûman û pevçûn didomin
Êrîşên Koalîsyona Ereb a di pêşengiya Siûdî Erebîstanê de yên li hember Yemenê ketin merheleya duyemîn. Bombardûman û pevçûn didomin. Ligel vê krîza mirovî jî zêde dibe.

Roja Sêşemê, balafirên Koalîsyona Ereb Sana û baregeha leşkerî ya li El Anad kir hedef. Her du jî di destê Hûsiyên Şîî de ye.
Balafiran her wiha li Mareb a başûrê Sana, Hudeyda ya rojavayê Sana û Taîz a li başûrê rojavayê Sana çeperên serhildêran bombardûman kir.
Li bajarê Aden ê başûrê welêt û bajarê herê mezin ê benderê ye, şer û pevçûnên nav kolanan didomin. Tê gotin ku sivîl jî di nav de ji her du aliyan bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dane.
Li herêma Lahîc, ji bo kontrola rêyeke perav a stratejîk şer û pevçûnên dijwar rû dan. Ev rê di navbera Aden û Derbenda Bab-ul Mendep a stratejîk de cih digire. Di pevçûnan de ji her du aliyan herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest da.
Şer û pevçûn di navbera mîlîsên Şîî Hûsî û alîgirên Serokdewletê Yemenê Abd Rabbu Mansur ê ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê naskirin rû didin.