Li Yemenê bi fuzeyan êrîş hate kirin

Li Yemenê bi fuzeyan êrîşek hate kirin. Tê gotin ku êrîş ji aliyê Hûsiyan ve hatiye kirin û gelek kes mirine.

Televîzyona El Arabiya ya Siûdî ragihand, fuzeya Katyûşa li taxeke bajarê Marîbê ketiye û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Tê gotin, fuze ji aliyê Hûsiyên ku pişta xwe didin Îranê ve hatiye avêtin. Hûsî çiyayê Heyelanê kontrol dikin ku li rojavayê Marîbê ye.

Ji bo bidestxistina rêveberiya Yemenê, Hûsî ji sala 2014'an û vir ve şer dikin û di serî de paytexta Sana gelek herêman kontrol dikin.

Koalîsyona bi serkêşiya Erebîstana Siûdî jî ji Adara 2015'an û vir ve bi balafiran bombeyan li çeperên Hûsiyan dibarîne.