Li Xormato teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da, 27 birîndar
Li Xormato teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da, 27 birîndar
Li Xormato teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da, 27 birîndar
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Selahaddîn, di encama teqîneke li navçeya Xormato de kesekî jiyana xwe ji dest da 27 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Xortamo ya bajarê Selahaddînê, îro danê sibê saet li dora 06.00'an wesaîteke bombebarkirî teqiya. Di encama teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 25 kes jî birîndar bûn. Teqînê her weha zerareke mezin da avahiyên li derdorê.
Di heman demê de li başûrê navçeyê teqîneke duyemîn rû da.
Di encama vê teqîna bombebarkirî de jî, 2 kes birîndar bûn û avahiyên derdorê zerar dîtin.