Li xeta sînor a Roboskiyê pevçûn
Li xeta sînor a Roboskiyê pevçûn
Li xeta sînor a Roboskiyê pevçûn
Gerîlayên HPG’ê li xeta sînor a Roboskiyê mudaxeleyê rêya ewlekariyê ya ku li ser sînor tê çêkirin, kir. Leşkerên artêşa Tirk jî Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran kir.
Li xeta sînor a gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê û Başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG’ê li dijî rêya leşkerî ya ku bi hinceta ewlekariyê tê çêkirin çalakiyek pêk anî. Piştî çalakiya gerîlayan leşkerên artêşa Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di bin kontrola gerîlayan de topbaran kir.
Hate ragihandin ku pevçûn bi qasî du saetan berdewam kir û balafirên bê mirov ên keşf li herêmê keşf kirin û hat diyarkirin ku helîkopter li ser sînor digerin.