Li Wêranşarê Meclisa Jinan a BDP'ê hat avakirin

Li Wêranşarê Meclisa Jinan a BDP'ê hat avakirin

Meclisa Jinan a BDP'a Wêranşarê 1'emîn Kongreya xwe ya asayî li Navenda Çand û Hunerê ya MED'ê li dar xist. Di kongreyê de avakirina meclisa xwe îlan kir.

Endama Meclisa Jinên BDP'ê Zeynep Uren, Wekîla Serokê Şaredara Pirsusê Hulya Demîr, rêveberên BDP'a navçeyê û gelek jin tevlî kongreyê bûn. Kongreya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir, di serî de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwend. Jinan piştî xwendina nameyê bi deqîqeyan li çepikan xistin. Piştî xwendina nameya Ocalan, endama Meclisa Jinên BDP'ê Zeynep Uren axivî û diyar kir ku, divê jin ruhê têkoşîna ber bi azadiyê ve bi hev re bilind bikin. Uren anî ziman ku, Riha xwedî avaniyeke feodale û wiha got: "Di nava vê avaniya feodal de cih ji nirxên jinê re nayê dayîn. Li hemberî vê yêke divê jin dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe meztintir bikin."

Uren da zanîn ku, ew mal bi mal digerin pirsgirêkên wan guhdar dikin û wiha domand: "Em kêfxweşî û êşên wan bi hev re parve dikin. Divê ev bibe peywira me hemûyan. Bi vî awayî dê rêxistinbûna me jî zêdetir pêş bikeve. Divê jinên Kurd û Ereb bi hev re dinava tevkariyê de bin. Ger ku em bi vî awayê têkoşîna xwe bilind bikin, dê bi me re ruhê yekitiyê jî ava bibe."

Piştî axaftinan Meclisa Jinan a BDP'ê ku ji 15 rêveber û 60 endaman pêk tê hat diyarkirin.

Biryarên ku di kongreyê de hatin giritin wiha ne: "Polîtîkayên şer ên emperyalîst ku li hemberî gelên Rojhilata Navîn û Sûriyeyê dimeşîne, provokasyonên hevkariya hikûmeta AKP'ê, li hemberî polîtîkayên dewletê yên zayendî, çewisandin û kuştin, daxwazên gelan ên azadî û wekheviyê û bi jinên Rojhilata Navîn re di nava tevkariyê de bin, ji ber şer pênaberên ku koçî erdnîgariya me dikin ji bo wan statu û qanûnên fermî amedekirin, jinên ku bi darê zorê dikevin nava fuhuşê û rastî tundiya zayendî tên bi wan re di nava tevkariyê de bin. Ji bo ku aştiyeke civakî pêk were divê têkoşîn bê dayîn. Jinên ku li navçeyê dijîn bi wan re bikevin têkiliyan. Heta ku gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibi têkoşîn bê dayîn."