Li welatên Ereb şer û pevçûn: Yek ji sê ciwanan bêkar e

Ji ber pevçûn û şerê navxweyî yên li Rojhilata Navîn û welatên Afrîkaya Bakur, hejmara ciwanên bêkar bi 2 mîlyonan zêde bû. Rêjeya bêkariya giştî ya li welatên Ereb, bi sê qatan ji nîvekê cîhanê zêdetir e.

Ji ber pevçûn û şerê navxweyî yên li Rojhilata Navîn û welatên Afrîkaya Bakur, hejmara ciwanên bêkar bi 2 mîlyonan zêde bû. Rêjeya bêkariya giştî ya li welatên Ereb, bi sê qatan ji nîvekê cîhanê zêdetir e. 

Midûrê Giştî yê Rêxistina Xebatê ya Ereb Ahmd Mûhammed Loqman ku di bin sîwanê Lîga Ereb de dixebite diyar kir ku yek ji her sê ciwanan bêkar e. Loqman ji AFP'ê re peyivî û got, "Rêjeya bêkariya di nava ciwanên Ereb ên heta 30 salî de, ji sedî 30 derbas dibe. Pevçûn û kêmaniya razemeniyan, hejmara bêkaran zêde dike."

Loqman da zanîn ku li welatên Ereb, ciwanên perwerdebûyî ji bo bikevin nava bazara kar zehmetiyan dikşînin û got, "Ji ber ku pêwîstiya sektora taybet bi kalîfîkasyona li qadên ciwanan nîne."

Ahmed Mûhammed Loqman ragihand ku hejmara ciwanên bêkar ên li welatên endamên Yekîtiya Ereb, ji sala 2011'an û vir ve bi 2 mîlyonî zêde bûye û gihaştye 20 mîlyonî. Loqman diyar kir ku li welatên Ereb rêjeya bêkariyê ya giştî gihîştiye ji sedî 17'an û anî ziman ku ev yek jî bi sê qatan zêdeyî nîvekê welatên cîhanê ye.

Loqman da xuyakirin ku bêkariya li welatên Ereb wê îsal û sala 2016'an de jî dewam bike.