Li Wargehê ji bo gerîla Axîn mewlûd hat dayîn
Li Wargehê ji bo gerîla Axîn mewlûd hat dayîn
Li Wargehê ji bo gerîla Axîn mewlûd hat dayîn
Îro li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem ji bo bîranîna gerîla Axîn Goyî (Gulperî Bîlen) mewlûd hate dayîn.
Îro di demjimêr 13:00’a de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) ji bo bîranîna gerîlaya HPG’ê Axîn Goyî (Gulperî Bîlen) ku di sala 2012’an de li Çiyayê Çiravê yê girêdayî Şirnexê li gel du hevalên xwe di encama êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hate dayîn. Mewlûd bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di şexsê fermandara gerîlaya HPG’ê Axîn Goyî de, hemû cangoriyên di têkoşîna azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Her wiha li ser navê civaka Îslamiya Kurdistanê Şaxa Wargehê Mela Elî di mewlûdê de li ser wateya şehîd a di ola Îslamê de axivî û diyarkir ku, kesên ji bo axa xwe jiyana xwe jı dest didin şehîd in. Mele Elî destnîşan kir ku, “Tevayî şoreşên cîhanê bi xwîna şehîdan pêş ketine û bi ser ketine. Bêguman şoreşa me jî wê bi xwîna şehîdan bi ser bikeve. Ji bo wê jî ew zarokên me yên ku em tiliyek wan bi hemû cîhanê nadin, dema şehîd dikevin em pê serbilind in û em dibêjin; em gavekî din nêzîkî azadiyê bûne. Lewma jî kesên ji bo rizgarya gelê xwe têkoşîn didin kesên evîndar in, aşiq in û aşiqên azadiyê ne. Li gorî ol jî ev şehîd in. Ji bo evîndarên azadiyê bigihin evîna xwe hemû rêyên şehadetê jêre rewa ne. Li ser vê bingehê em jî ji bo hemû şehîdên doza azadiyê rêzdar in û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.”
Piştî wê xalê gerîla Axîn, Hesen Temer li ser jiyana gerîla Axîn axivî: “Axîn hîn di temenê xwe yê biçûk de di nava xebat û lêgerînên azadiyê de bû. Axîn tu carî jiyana heyî nedipejirand û hemû demê jî di nava xebatên HADEP de cih digirt. Ji ber ji malbatê gelek kes tevlî nav refên gerîla bibûn, vê yekê bandoreke mezin li ser Axîn kiribû. Heya ku Axîn tevlî refên gerîla bûyî jî timî di nava xwebatên gel ên siyasî de cih digirt. Piştî 1999’an, dîlgirtina Rêber Apo bandoreke hîn girantir û kûrtir li ser Axîn çêkir û piştî wê sala 2003’yan li Wanê tevlî refên gerîla dibe.”
Di dawiyê de mewlûd bi şîarên weke, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.