Li wargeha Şehîd Rustem pêvajo hat nirxandin
Li wargeha Şehîd Rustem pêvajo hat nirxandin
Li wargeha Şehîd Rustem pêvajo hat nirxandin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) di civîna gel de rewşa heyî û pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin hat nirxandin. Di civînê de gel nêrînên xwe got û dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd re hat ziman.
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Civîna Heftane ya wek kevneşopiyekê her hefte ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve her çarşem tê organîzekirin, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan dest pê kir.
Di civîna ku ji aliyê Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Cîhan Eren ve hat birêvebirin de gelê wargehê der barê rewşa heyî û pêvajoya “Rizgariya Demokratîk Avakirina Jiyana Azad” a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin, meşa çareseriyê ya gerîllayan û berxwedana Parka Gezî de nêrînên xwe anîn ziman.
Di civîna ku hejmareke zêde gelê wargehê beşdar bû de Dayik Yildiz di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew heya dawiyê li pey Rêberê xwe ne û wê misoger gelê Kurd di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe.
Dayik Yildiz axaftina xwe wiha berdewam kir: “Rêber Apo bi tehlîl û analîzên xwe rêya azadiya gelê Kurd heta dawiyê vekiriye. Wek gelê Kurd a ji me tê xwestin ev e ku em têkoşîna xwe bilind bikin.”
Di civînê de Mele Alî jî der barê konferansa ku ji aliyê ulemayên Kurd ve di 6’ê Hezîranê li Hewlêrê hat lidarxistin de got ku tevayî alimên ku beşdarî Konferansa “Îslama Rastî” û “Ji bo Pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Kurdistanê Çareseriya Îslamî” de ulemayên Kurd bi yekdengî azadiya Rêberê Gelê Kurd xwestine.
Mam Mahmud jî di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Parka Geziyê û got ku êdî tehemmûla mirovên li Tirkiyeyê li hemberî zext û pêkutiyên hukûmeta AKP’ê nemaye û got, “Divê gelê Tirkiyeyê jî destê xwe bide destê gelê Kurd.”
Di civînê de ku gelek kes axivîn wek nêrîna hevpar hat gotin ku gelê Kurd û bi taybet gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di her şert û mercî de li pey Rêber û gerîllayan xwe ne.
Herî dawî Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk Cîhan Eren axivî. Eren di axaftina xwe de destnîşan kir ku Piştî Rêberê Gelê Kurd berxwedana Parqa Gezî silav kir û şûn de asta berxwedana Parka Gezî zêdetir bûye û vê tirseke mezin xistiye nav dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê.
Civîn bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.