Li Wargeha Ş. Rustem 7879 îmze ji bo azadiya Ocalan

Li Wargeha Ş. Rustem 7879 îmze ji bo azadiya Ocalan

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 7879 îmze hatin berhevkirin. Encamên kampanyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin eşkerekirin.

Kampanya îmzeyan a bi biryara 6. Konferansa Meclisa a Gel a Demokratîk ya Wargeha Ş. Rustem di 19'ê Gulanê de ji aliyê ciwanan ve destpê kir, piştî 10 rojan bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî.

7879 imzeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berhevkirin jî, radestî Rêveberiya Meclisa Demokratîk a Gel hat kirin. Endamê komîsyona kampanyayê Xebat Apaydin, di civîna çapemeniyê ya li Saziya Malbatên Şehîdan axivî û bal kişand ser girîngiya kampanya azadiya ji bo Ocalan û hemû girtiyên siyasî.  

Apaydin da xuyakirin ku bi têgihişta "ciwan pêşengên pêvajoyê ne" wan erka xwe ya kampanyayê bicih anîne û ewê ji niha û pê ve jî berpirsyariyên xwe yên pêvajoyê pêk bînin.

Berdevkê Meclîsa Demokratîk a Gel Yûsûf Kara jî, ku îmzeyên hatin berkevkirin wergirt, axaftinek kir û got,  “Azadiya Rêber APO azadiya me ye, nirxên me û erka me ya herî pîroz e.  Heta ku dilop xwîn di laşê me de hebe, emê bi hemû şêwazê çalakiyên mirovahî û demokratîk ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin. Ji ber vê ev çalakiya ku, Komalên Ciwan daye dest pê kirin em li ser navê dîwana meclîsê û hêmû endamê meclîsê silav dikin û em takdîr dikin."

Kara bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û ji bo pêvajo bigihêje serketinê bang li tevahiya gelê Kurd kir, ku bi berpirsyariyên xwe rabe.

Îmzeyên hatine berhevkirin, wê di rojên pêş de radestî Komîsyona Kampanyayê ya Başûrê Kurdistanê werin kirin.