Li Wargeha Penabaran 1’ê Gulanê bi meşekê hate pîroz kirin
Li Wargeha Penabaran 1’ê Gulanê bi meşekê hate pîroz kirin
Li Wargeha Penabaran 1’ê Gulanê bi meşekê hate pîroz kirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem biboneya 1’ê Gulanê meşek hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya hatî dayîn de hate gotin ku, “Di vê roja ku biratî û piştevanî bingeh tê girtin, bi qasî ku rojeke bîranîn û pîrozkirinê ye, ew qasî jî dad, wekhevî û azadiyê tîne ziman. Hîn zêdetir li hember dagirkerî, çewisandin û zilmê ji rojeke serî rakirinê ye”
1’ê Gulanê li seranserê cîhanê bi coş tê pîrozkirin li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem jî bi meşeke girseyî û daxuyaneke çapemeniyê hat pîrozkirin. Meş di seet 08.00’an de li ber Şaredariya Wargehê heta Buroya Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir. Girse li ber Buroya NY ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyek rêz girtin û daxuyaniya li ser navê Meclîsa Kedkarên Wargehê ji aliyê Endama Komalên Ciwan Fatma Oren ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin k, “Em salvegera 128’emîn a 1’ ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê û bi awayekî fermî jî 124’emîn Salvegera 1’ê Gulanê dîjin. Di vê roja ku biratî û piştevanî bingeh tê girtin, bi qasî ku rojeke bîranîn û pîrozkirinê ye, ew qasî jî dad, wekhevî û azadiyê tîne ziman. Hîn zêdetir li hember dagirkerî, çewisandin û zilmê ji rojeke serî rakirinê ye. Heta pirsgirêka kedê çareser nebe wê pirsgirêka azadî û wekheviya civakê jî çareser nebe. Pêwîste mirov bi vê ve girêdayî pirsgirêka kedê bifikire. Pêwîste mirov bi vî awayî li 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê biniherê û pêşwazî bike. Her wîha li hember modernîteya kapîtalist, li ser vê bingehê bilindkirina têkoşîna modernîteya demokratîk girînge. Pêwîste em 1’ê Gulana 2013’an bikin Newroz û bi ruh û coşa Newrozê pêşwazî bikin. Di dawiyê de careke din 1’ê Gulanê li mîmarê ked û azadiyê Rêber Apo, li jina xwedî afirîneriya rast ya kedê, li gelê xwe yê hêja û hemû kedkarên cihanê pîroz dikin."
Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşmayên “Bijî Serok Apo” û “1’ê Gulanê li Rêber pîroz be” hatin qîrîn.