Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Li Wargeha Mexmûrê merasîma bîranînê

Li Wargeha Mexmûrê merasîma bîranînê

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo gerîlayên PKK'ê ên di sala 2011 an de li Xakûrkê di encama erîşên balafirên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cûdî (Rustem Osman), endamê Meclîsa HPG’ê Alîşêr Koçgirî (Yucel Halîs), endama Meclîsa PKK’ê Çîçek Gabar (Guhar Çekîrger) û endama Meclîsa YJA STAR’ê Rozerîn Pîran (Gulsume Eşîn), endamên PKK'ê Dîcle Gever (Elîf Demîr), Nazlican Amara (Rindihan Kayra), Amara Çiya (Gulîstan Çîftçî), Roj Amara (Rebîa Atan), Xebat Amed (Mehmet Turk), Erdal Çiyayî (Babek Lemorî), Eşref Argeş (Omer Çetînkaya), ku di encama êrîşên balafirên dewleta Tirk de li herema Xakûrkê jiyana xwe ji dest dabûn merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Endamê Malbatên Şehîdan Mamoste Sofî axivî û wiha got: "Îro di serî de li Rojava û hemû parçeyên Kurdistanê ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd û Kurdistanê, keç û xortên Kurdan hê jî jiyana xwe ji dest didin. Em ê jî heya dawiyê bibin şopdarê têkoşîna şehîdan.”

Piştî Mamoste Sofî endamê Meclîsa Demokratîk a Mexmûr Sînan Herekol axivî û diyar kir ku ew wek şopdarên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest didin, bejna xwe li hember wan ditewînin û wiha got: "Pîvana şehîdan çi ye? Pîvana şehîdan berê xwe û xwe zêdetir miletê xwe, welatê xwe û azadiya wan fikirandin e. Wan gotin em ê bikin û heya ku xwîna xwe dan jî kirin.” Sînan Herekol di dawiya axaftina xwe de soza berdewamkirina têkoşînê da.

Merasîm bi dirûşmayên; "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanî” bi dawî bû.