Li Wanê mirina bigûman ya leşkerekî
Li Wanê mirina bigûman ya leşkerekî
Li Wanê mirina bigûman ya leşkerekî
Li navçeya Ebexê ya Wanê hate îdiakirin ku, leşkerê bi navê Yusuf Bozanê ku ji Semsûrê ye întîhar kir. Bavê Bozan Hamza Bozan têkildarî mijdarê got; "Kurê min ne di rewşekî ku întihat bike de bû"
Hate îdîakirin ku, li gundê Girêsor ê navçeya Ebexê ya Wanê li Qereqola Alakaya leşkerê bi navê Yusuf Bozan ê ku ji Semsûrê ye întîhar kir. Bûyer saet di 03.00-04.00'an de pêk hat. Hate îdiakirin Bozan dema nobet digirt di qulubeya nobetê de tenê bû û hevalê wî jî derveyî qulubê nobet digirt. Hate zanîn ku, piştî leşker întîhar ji bo otopsiyê cenazeyê wî şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê.
'KURDÊ MIN NE DI REWŞEKÎ KU ÎNTÎHAR BIKE DE BÛ'
Bavê Yusuf Bozan Hamza Bozan diyar kir ku, serê sibê li kargeha lê dixebitî polîsa hatin ew birin malê û çawişekî pispor û serpelê bi wesayîta leşkerî hatin ji wan re got, "Me Yusuf winda kir" û wiha got: "Dema agahî dan min ez li ser hişên xwe çûm. Kurê min roja yekşemê li malê geriya û bi hemû kesî re axivî. Tu pirsgirêkên wî tunebûn. Jixwe hefteyê carekê digeriya. Hin caran hefteyê 2-3 caran digeriya. Kurê min 2 meh berê hatibû destûrê û 20 rojan li malê ma. Rewşekî întîhar bike tunebû. Dixwast li leşkeriyê weke pispor berdewam bike û min nedixwest weke pispor berdewam bike. Ji xwe serlêdana wî ya pisporiyê jî qebûl nekiribûn. Hêj jî ez întîharê fêm nakim. Ez pêşiya vê yekê bernadim."
Bozan anî ziman ku, têkildarî mijdarê dê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Semsûrê bide.