Li Wanê Konferansa Rêveberiyên Herêmî

Li Wanê Konferansa Rêveberiyên Herêmî

Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de wê li Wanê konferansek bi mijara "Rêveberiyên Herêmî" bê lidarxistin. Di konferansê de wê ekonomîst, civaknas, huqûqnas, rojnamevan û siyasetmdar li ser mijarên çarçoveya xweseriya herêmî û ezmûnên cîhanê yên li ser rêveberiyên herêmî, pêşkêşiyan bikin.

Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya ji aliyê Qeqfa Lêkolînên Huqûq û Civakê (TOHAV), Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Demokrasî û Huqûqa Navnetewî (MAF-DAD), Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) tê organîzekirin. Axaftinên destpêkê wê ji aliyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Serokê Giştî yê TOHAV'ê Hakan Gunduz û ji Desteya Rêveberiyê ya MAF-DAD'ê Prof. Dr. Norman Paech ve werin kirin.

Konferans wê di 15-16'ê Hezîranê de li Otêla Merît Şahmaran a Wanê destpê bike û ji 7 rûniştinan pêk were. Di konferansê de wê li ser mijarên; "Nîqaşên li ser Xweseriya Herêmî û Demokrasiyê, Ezmûnên Rêveberiyên Herêmî yên li Tirkiye û Cîhanê, Di Pêvajoya Ahengiya bi Yekitiya Ewrûpayê re Rêveberiyên Herêmî yên Tirkiyê, Pirsgirêkên Jinûve Avabûnê û Netew-dewleta li Tirkiyê, Ekonomiyên Alternatîf û Rêveberiyên Herêmî, Di Rêveberiyên Herêmî de temsîlkariya siyasî ya jinan, Bingehên Rêveberiyên Herêmî-Pêşniyarên ji bo Destûra Bingehîn a Nû, Nêzîkatî û Armanc" pêşkêşî werin kirin.

BERNAMEYA KONFERANSÊ

Axaftinên vekirinê (09.30–10.00)

Prz. Hakan Gunduz (Serokê Giştî yê TOHAV'ê)

Prof. Dr Norman PAECH, (Endamê Desteya Rêveberiyê ya MAF-DAD)

Prz. Bekîr KAYA (Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê)

Rûniştina 1.: “Nîqaşên li ser Demokrasî û Xweseriya Herêmî”(10.00–11.00)

Serokê Rûniştinê:  Prz. Mûrat Tîmûr (Serokê Baroya Wanê)

Demokrasiya Yekser û Temsîlkar, Demokrasiya Tevlêkar û Meclîsên Herêmî

Prz. Ercan Kanar (Baroya Stenbolê, Huqûqnas)

Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî yê Ewrûpayê

Dr. Cemal Salman (Fakulteya Zanistiyên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê/Pirsgirêkên Bajarbûn û Hawirdorê DYE)

Di Demokrasiyan de "Alternatîfên Rêveberiyên Herêmî" û "Xweseriya Demokratîk"

Prof. Dr Norman PAECH (Parlamenterê yê Partiya Çep a Elmanya û Pisporê Huqûqê yê Neteweyên Yekbûyî)

Rûniştina 2.: “Li Cîhan û Tirkiyê Ezmûnên Rêveberiyên Herêmî”(11.30–13.00)

Serokê rûniştinê: Prz. Bekîr Kaya (Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê)

Ezmûnên Emerîka Latînî (Metîn Yegîn, Çavdêrê Mafên Mirovan ê Navnetewî-Aktîvîst)

Xweseriya Demokratîk û Ezmûna Katalonya (Vîcent Partal, Rojnamvan-Damezrînerê Vîlaweb)

Ezmûna Amedê (Osman Baydemîr, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê)

Rûniştina 3.: Di Pêvajoya Ahengiya bi Yekitiya Ewrûpayê re, li Tirkiyê Rêveberiyên Herêmî (14.00–14.45)

Serokê rûniştinê: Alk. Doç. Dr. Bulent Kuçuk (Zanîngeha Bogazîçî, Beşa Sosyolojî)

Bi Pêvajoya Endametiya Yekitiya Ewrûpayê ve girêdayî, Jinûve Avakirina Rêveberiyên Herêmî yên li Tirkiyê

Prof.Dr. Mehmet Altan, (Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Aborî, Endamê Hîndekariya Beşa Polîtîkaya Aborî)

Bandora Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî yên Ewrûpayê li Tirkiyê û Gumandanînên Tirkiyê

Doç. Dr. Cengîz Aktar, (Hîndekarê  Fakulteya Zanyariyên Rêveberiyê û Aboriyê ya Zanîngeha Bahçeşehîrê-Beşa Yekitiya Ewrûpayê)

Rûniştina 4.: Li Tirkiyê pirsgirêkên netew-dewlet û jinûve avabûnê (15.00–16.15)

Serokê rûniştinê: Welat Ay, (Koordînatorê Giştî yê SAMER)

Li Tirkiyê Netewe Dewlet û Navendîperestî

Mustafa Sonmez, (Ekonomîst)

Li Tirkiyê têkiliya navbera Rêveberiya Herêmî-Rêveberiya Navendî

Demîr Çelîk (Alîkarê Hevserokê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP'ê)

Li Tirkiyê gotûbêj û pirsgirêkên li ser Xweseriya Rêveberiyên Herêmî

Prof.Dr. Mesût Yegen, (Zanîngeha Bajêr a Stenbolê, Fakulteya Zanistiyên Civak û Mirovan, Hîndekarê Beşa Sosyolojî)

Rûniştina 5.: Ekonomiyên Alternatîf û Rêveberiyên Herêmî (16.30–17.45)

Serokê rûniştinê: Doç.Dr. Abdullah Karatay, (Hîndekarê Beşa Xizmetên Civakî û Polîtîkayên Civakî yên Rêveberiyên Raya Giştî yê Zanîngeha Stenbolê)

Di Rêveberiyên Herêmî de, Binyatiyên Çînî yên Daxawzên Xizmetê: Mînaka Amedê

Mem Sertaç Tumtaş, (Endamê Desteya Şêwirmendiya Akademîk a SAMER )

Modêla Aborî ya Xweseriya Demokratîk Çiye? Dikare çawa bê avakirin?

Doç.Dr. Yahya Mete Madra –Alk. Doç. Dr. Ceren Özturk, (Zanîngeha Bogazîçî, Hîndekarên Beşa Aboriyê)

Li ser bingeha Aboriyên Alternatîf, Potansiyela Aboriyê ya Cografya Kurdan

Doç.Dr. Ahmet Yildirim, (Hîndekarê Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê)

Gotûbêjên li ser mijarên rûniştinan

Roja 2. 

Rûniştina 1.: Di Rêveberiyên Herêmî de Temsîlkariya Siyasî ya Jinan(10.00–11.15)

Seroka rûniştinê: Candan Yildiz (Rojnamevan)

Polîtîkayên Wekheviya Zayendî ya di Rêveberiyên Herêmî de û Butçekirin

Canan Kizilaltûn, (Bûrsa-Yekîneya Wekheviyê ya Şaredariya Nîlufer)

Şertê Wekheviya Jin û Mêr a Ewrûpayê

Hatîce Odemîş, (Weqfa Civak û Lêkolînên Huqûqî)

Temsîlkariya Jinê ya li Herêmî û Şaredarî

Ayşe Gokkan, (Mêrdîn-Şaredara Nisêbînê)

Rûniştina 2. : Bingehên Sereke yên Rêveberiyên Herêmî-Di Pêvajoya Avakirina Destûra Bingehîn a Nû de çi tên pêşniyarkirin? Nêzîkatiya Nû û Armanc?” (11:30-13:00)

Serokê rûniştinê: Nazmî Gur, (Parlamenterê BDP'ê yê Wanê-Huqûqnas)

Prof.Dr. Mîthat Sancar, (Zanîngeha Enqerê, Hîndekarê Fakulteya Huqûqê)

Ozgur Sevgî Goral, Endama Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn, Şêwirmenda BDP'ê, Huqûqnas

Gotûbêjên li ser mijarên rûniştinan

Girtin