Li Wanê ji bo bîranîna 14'ê Tîrmehê bangawazî
Li Wanê ji bo bîranîna 14'ê Tîrmehê bangawazî
Li Wanê ji bo bîranîna 14'ê Tîrmehê bangawazî
Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Wanê, diyar kir ku wê bi munasebeta salvegera Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin 14'ê Tîrmehê çalakiyekê li dar bixin û banga tevlîbûne kir.
Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Wanê têkildarî meşa ku wê bi munasebeta Salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de ku ji aliyê pêşengên PKK'ê M.Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ve di sala 1982’yan de li Girtîgeha Amedê hatibû destpêkirin, di avahiya BDP'ê ya Wanê de civînek çapemeniyê li dar xist. Endamê Meclîsa Ciwanan Mehmet Aslan li ser navê meclîsê bang li hemû gelê Wanê kir da ku tevlî meşê bibin. Ciwanan her wiha ji bo bangawaziyê li taxan û gelek deverên bajar belavok belav kirin.
Meş 14'ê Tîrmehê roja Yekşemê saet di 20.30'an de, li Beşyol a Taxa Karşiyakayê wê destpê bike û li ber Navenda Çand û Hunerê ya Nûda bi dawî bibe.