Li Wanê ji bo azadiya Ocalan 200 hezar îmze
Li Wanê ji bo azadiya Ocalan 200 hezar îmze
Li Wanê ji bo azadiya Ocalan 200 hezar îmze
Di çarçoveya kampanya îmzeyê ya TUHAD-DER'a Wanê de, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî heta niha zêdeyî 200 hezar îmze hatin berhevkirin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, TUHAD-DER'a Wanê, ji 19'ê Hezîranê û vir ve îmzeyan berhev dike. Hat ragihandin, di çarçoveya kampanya ku wê heta 15'ê Tîrmehê dewam bike de heta niha zêdeyî 200 hezar îmze hatine berhevkirin. Serokê TUHAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun ji DÎHA'yê re ragihand ku ji bo berhevkirina îmzeyan wan li gelek cihên navenda bajêr standên îmzeyê vekirin û da zanîn ku li bendê ne heta 15 tîrmehê ew hejmara îmzeyan derxînin 300 hezarî."
Aygun, diyar kir ku îmzeyên hatine berhevkirin dê ji Serokkomar, Serokwezîr û Wezareta Dadê re bişînin. Her wiha Aygun, destnîşan kir ku wan di encama nîqaşan de biryar deye ku kampanyayê li tevahiya Tirkiye û heremê belav bikin û ji bo vê jî dest bi amedekariyan kiriye.