Li Wanê dijî protestoya êrîşên li hember Kobanê êrîşa polîsan
Li Wanê dijî protestoya êrîşên li hember Kobanê êrîşa polîsan
Li Wanê dijî protestoya êrîşên li hember Kobanê êrîşa polîsan
Li Wanê meşa bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê hat lidarxistin polîsan êrîş bire ser. Alîkarê Midûrê Emniyeta polîsan ê Wanê, Serokê DBP’ê yê bajêr Musa Îtah hedef nîşan da û got: “Lêxin bikujin.” Li navenda bajêr pevçûn didomin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser kantona Kobanê ya Rojava li Wanê meşa ji sê aliyan de hat lidarxistin, polîsan bi ava şid û gaza îsotan êrîş kir. Alîkarê Midûrê Emniyeta polîsan ê Wanê jî Serokê Bajêr ê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Musa Îtah hedef nîşan da û got: “Li bakanê bajêr bixin, bikujin.” Polîsan li hember Îtah şidet bi kar anîn.
Girseyê jî bersiv da êrîşa polîsan. Pevçûn li navenda bajêr dewam dikin.