Li Wanê dê ji bo Koklu û Akan konê şînê bê vedan

Li Wanê dê ji bo Koklu û Akan konê şînê bê vedan

Li Wanê dê ji bo Mîthat Koklu û Necdet Akan ên ku di hezîrana sala 1999'an de ji bo tevlî PKK'ê bibin bi 11 kesan re derketin rê û ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin û bi komî hatin definkirin\ dê konê şînê bê vedan.

Di hezîrana sala 1999'an 13 ciwanên kurd ji bo tevlî PKK'ê bibin derketin û dema gihiştin çoltarê Şirnexê bê çek ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin û bi komî hatin definkirin. Ji 13 ciwanan navê 2 ciwanan hate diyarkirin. Ji bo Mîthat Koklu û Necdet Akin ên ji Wanê ji aliyê MEYA-DER û malbatan ve li Wanê dê kon bê vedan. Konê dê li kolana Bayirli ya taxa Xacortê bê vedan û saet di 13.00'an de dê kon bi meşekî girseyî bê ziyaretkirin.