Li Wan, Colemêrg û Sêrtê tevgera leşkerî
Li Wan, Colemêrg û Sêrtê tevgera leşkerî
Li Wan, Colemêrg û Sêrtê tevgera leşkerî
Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk, fikar û gumanên zêde dikin. Li gel vekişîna gerîlayên HPG'ê ji Bakurê Kurdistanê, li Wan û Colemêrgê leşkerên Tirk di nava tevgerê de ne. Li navçeya Sêrt Tetwanê jî tê gotin li hin gundan "yekîneyên kontra" hatine bicihkirin.
Hat hînbûn, hejmareke zêde tanq û otobusên sivîl ên tê de leşker hebûn ji Fermandariya Kolordû ya Jendermeyan a li Wanê ketine ser rêya Colemêrgê. Karwana ji dehan wesaîtên leşkerî, ji aliyê maşînên zirxî ve tên parastin.
Li Colemêrg jî, ji nîvê şevê heta serê sibê li ser herêma navbera Oremar û Şemzînanê de tevgera helîkopteran hebû. Hat ragihandin ku liv û tevgera helîkopteran a li herêmê hînê dewam dike.
Wekî din, li navçeya Bêdlis Tetwanê, tê gotinên li 3 gundan "yekîneyên kontra" hatine bicihkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li gundên Kurtikan, Xuzirkin û Hez ên navçeya Bêdlis Tetwanê duh êvarê bi du wesaîtên sivîl "yekîneyên kontra yên çekdar" hatine bicihkirin.