Li Venezûelayê tengezariya navbear Madûro û mûxalefetê mezin dibe

Li Venezûelayê ku tevî krîza aboriyê ya dema dawî, li sektora enerjiyê jî krîz der bûye, mûxalefet hewl dide hikûmetê hilweşîne. Nîcolas Madûro jî li hemberî vê li ber xwe dide.

Ji bo Serokdewletê Sosyalîst Nîcolas Madûro ji wezîfeyê bê girtin, partiyên rastgir ên li mûxalefetê bi armanca pêkhatina referandûmê kampanya dan destpêkirin û îmzeyên di vê çarçoveyê de dan hev, radestî saziya pêwendîdar kirin. Jimartin dewam dike. Hikûmeta Madûro jî da xuyakirin, ku referandûm wê neyê kirin.

Di mîtîngeke ji bo destekkirina serokdewleta Brezîlyayê ya sosyalîst Dîlma Roûsseff ku berî çend rojan ji wezîfeyê hat kirin de, alîkarê Madûro Arîstobûlo Îstûrîz axivî û da xuyakirin, ku wê referandûm neyê kirin. Îstûrîz îdîa kir ku mûxalefet jî dizane wê referandûm neyê kirin û anî ziman, ev yek biryareke derengmayî ye.

Alîkarê Serokdewlet îdîa kir, ku di kampanya îmzeyan a ji bo referandûmê de gelek fen û karên nelirê hatine kirin.

Li hemberî Nîcolas Madûrê, ku piştî Hûgo Chavez hat ser desthilatdariyê, helwesta mûxalefetê di mehên dawî de dijwartir bû. Mûxalefeta ku par di hilbijartinên parlametnê de bi ser ket, ji krîza aboriyê ya bi kêmbûna buhayê petrolê ve rû da, Madûro berpirsyar dibîne. Her wiha ji ber valahiya li sektora enerjiyê jî, bi tundî li dijî tedbîrên teserûfê yên hatine wergirtin derdikeve.

Madûro nerazîbûn nîşanî vê gava mûxalefetê da û diyar kiribû, ku ew ê febrîqeyê karsazên destekê didin vê gavê, bikin malê gel.