Li Venezuelayê serokê muxalîf welat terikand

Namzetê muxalîf Edmundo Gonzalez Urrutia îdîa dikir ku li Venezuelayê di hilbijartinên serokatiyê yê 28’ê Tîrmehê de li dijî Nicolas Maduro bi ser ketiye. Urrutia welat terikand û li Spanyayê mafê bicihbûnê xwest.

Li Venezuelayê Nicolas Maduro cara sêyem ji bo demeke 6 salan, bi fermî hate hilbijartin. Ji hingê ve Venezuela di nava krîzeke siyasî de ye. Muxalefetê îtîraz li hilbijartina jinûve dike.

Li welêt zext zêde bûne. Namzetê muxalîf Edmundo Gonzalez Urrutia jî ji welêt reviya.

Rayedarên Venezuelî destûr dan ku namzetê muxalîf Edmundo Gonzalez Urrutia bi ewle derbasî Spanyayê bibe.