Li Tokyoyê ji bo Kobanê çalakî

Li Tokyoyê ji bo Kobanê çalakî

Li paytexta Japonya Tokyoyê, li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya piştevaniya Kobanê hat lidarxistin.

Çalakiya ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê ve hat organîzekirin, li ber nûnertiya NY ya li herêma Shinbuya ya Tokyoyê pêk hat.

Di çalakiyê de Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Japonyayê û oldarên Japon amade bûn.

Di çalakiyê de bi pankart û dowîzên hatin vekirin re bal hat kişandin ser êrîş û komujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û Kobanê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Çalakgeran bi Japonî û Kurdî dirûşmên "NY cihêkariya nîjadî neke", "NY alîkariyê bide Kurdan", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana Şengalê", "Bijî YPG, PKK", "Bijî Berxwedana Kurdistanê" qîriyan.

Di çalakiyê de heyetek ji Komeleya Çanda Kurd a Japonya û dostên Kurd ên Japon pêk dihat, li ser êrîşên dijminê mirovahiyê DAIŞ ên li dijî Kobanê û Şengalê, dosyayek pêşkêşî NY kir. Di raporê de ji Neteweyên Yekbûyî hat xwestin ku alîkariya lezgîn bide Kurdên li Kobanê û Şengalê yên bi gefa komkujiya DAIŞ'ê re rû bi rû ne.

Di axaftinên bi Kurdî, Îngilîzî, Japonî û Tirkî yên li çalakiyê de, berxwedana gelê Kobanê û şervanên YPG/YPJ'ê hat silavkirin û ji bo rawestandina komkujiyên DAIŞ'ê banga destek û hişyariyê li raya giştî ya navneteweyî û hêzên navneteweyî hat kirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.