Li Tirbespiyê komkujî: 21 mirî

Li Tirbespiyê komkujî: 21 mirî

Di encama bombebarana balafirên şer ên rêjîma Bass a li ser gundê Hedadê ku koma çekdar ketibûyê de 5 ji wan zarok bi giştî 11 kesan jiyan xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn. Lê balkêş bû ku koma çekdar nebû hedefa balafiran.

Komên çekdar û hêzên rejîma Baas diçin ku derê bixwe re komkujiyê û wêraniyê tînin. Piştî ku duh roj beriya niha komên çekdar ketin gundê Dibanê û hêzên rejîmê jî li gel heman gundî 8 gundên din jî bombebaran kirin, îro jî komeke çekdar ket gundê Hedadê yê ku 30 kîlometre dûrî Tirbesipiyê ye. Hate gotin ku li nêzî gund navenda gerimkirina neftê heye û koma çekdar jî li vir bicîh bûye. Piştî ku kom ket vir, balafirên şer ên rejîma Baas jî gundê Hedadê yê li herêma Sinceq ku dikeve başûrê Tirbesipiyê bombebaran kir. Hate hînbûn ku 4 bombe li gund ketine.

DEMA DI REVIYAN BÛN HEDEF

Di ancama bombebaranê de 5 ji wan zarok bi giştî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Qamişlo. Hate hînbûn ji kesên jiyana xwe ji dest dane 8 kes ji malbatekê ne. Li gorî agahiyan welatiyên jiyana xwe ji dest dane dema xwestine ji êrîşên balefiran birevin bûne hedefa bombeyan. Hate gotin dema gundî ji malên xwe derketine û berê xwe dane nava zeviyan bombeyek li nava wan ketiye. Her wiha hate ragihandin ku ji helîkopteran jî gundî hatine gulebarandin. 

Navê kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Saed Ehmed Ebas (41) hevsera wî Nerîman Ciwan Ebass (38), zarokên wan Dîlma Sead Ebas û Buhar Saed Ebas, Dîlber Ehmed Ebas (27), Şadya Ehmed Ebass (25) zaroka wî ya 3 mehî, Berces Meran (55), Nehla Berces Meran (26), Seda Ebdilqadir Salih (30) û Ehmed Fêdel Elî (5).

BALAFIRAN LI ŞUNA KOMA ÇEKDAR GUNDÎ BOMBEBARAN KIRIN

Gundiyan diyar kirin ku balafirên rêjîma Bass êrîşî komên çekdar nekirine û tu ziyan ne gihiştiye komên çekdar ên ku hejmara wan 15 kes bûn. Gundiyan anî ziman ku dema bombeya yekemîn li gund ketiye koma çekdar ji gund reviyaye.

Gundiyan diyar kirin ku balafirên Sûriyeyê bajaroka Ceza ku 12 kîlometre dûrî gundê Hedadê ye jî bombebaran kiriye û di encamê de welatiya kurd ê bi navê Luqman Ebû Hemed jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyê din welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane li goristan gundê Hedadê hatine definkirin.

Hate zanîn ku koma çekdar a ku