Li Tirbespiyê ji xwendekaran banga vegera welat

Li Tirbespiyê ji xwendekaran banga vegera welat

Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz li Bajarê Tirbespiyê, bi armanca banga vegerê ji koçberên ku ji Rojava koçî derve kirine, di bin slogana ‘’ Malên xwe neberdin, vegerin welatê xwe’’ çalakiyek lidar xist.

Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz li Bajarê Tirbespiyê, bi armanca banga vegerê ji koçberên ku ji Rojava koçî derve kirine, di bin slogana ‘’ Malên xwe bernedin, vegerin welatê xwe’’ çalakiyek lidar xist. Çalakiyê ji rêya ketina bajêr destpê kir heta sûka bajêr dewam kir. Xwendekaran di çalakiya xwe de pankartên ‘’Malên xwe bernedin vegerin malên xwe’’, ‘’Welatê me hebûna me ye’’, ‘’Emê hebûna xwe biparêzin’’, ‘’Bikin  kar û xebat’’, ‘’Hûnê bînin azadiya welat’’, ‘’Yên ku di van derfetan de welatê xwe berde ne bi me re ye’’ vekirin.

Xwendekaran di çalakiya xwe de belavok li welatiyan belav kirin. Piştre xwendekaran pandomîn li ser koçberiyê û bandora wê ya neynî li ser Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kirin. Her wiha xwendekaran şanoyek jî li ser koçberiya ciwanan û êşa dayîkan ji ber koçberiyê pêşkêş kirin.

Şêniyên Tirbespiyê bi çalakiya xwendekaran keyfxweş bûn û eleqeyeke mezin nîşan dan.