Li Tirbespiyê 2 endamên Koma çeteyên Kurd hatin kuştin
Li Tirbespiyê 2 endamên Koma çeteyên Kurd hatin kuştin
Li Tirbespiyê 2 endamên Koma çeteyên Kurd hatin kuştin
Koma çeteyan ya bi navê "Komele" bi daxuyaniyekê aşkere kir ku du endamên wan di şerên di navbera YPG'ê û komên çeteyan de li herêma Tirbespiyê hatine kuştin.
Koma çeteyên Kurd a bi navê Meclisa Şoreşgerî ya Kurd li Sûriyê "Komele" bi daxuyaniyekê aşkere kir ku 2 endamên wan di şerên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Komên çete yên DAIŞ'ê û El-Nusra de li gundê Til Diyab yê Tirbespiyê de hatine Kuştin. Li gorî daxuyaniya çeteyên Komele endamên wan yên bi navê Ebû Elxetab û Salih Selîm di pevçûnan de hatine kuştin.
Koma çeteyan ya bi navê Komele di nava çeteyên DAIŞ'ê de êrîşî taxên Kurdan yên Helebê kiribûn, her wiha tevlî komkujiya li dijî Kurdên Tilhasil û Tileranê jî bûbûn.
Koma bi navê Lîwa El Mişel ku bi rêya Kurê Mişel Temo, Faris Temo ji aliyê Turkiyê ve tê rêvebirin bi komên çete re êrîşî bajarê Serêkaniyê kiribû.
Di nava Koma çeteyan ya Komele de çeteyên Partiya Azadî ya Mistefa Cuma, hin Çeteyên Elpartî ya Hekîm Beşar û Lîwa Elmişel cihê xwe digrin, ev kom hemû di nava çeteyên DAIŞ'ê de êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistannê dikin.