Li Tirbesiyê ji bo Ocalan 30 hezar îmze

Li Tirbesiyê ji bo Ocalan 30 hezar îmze

Li herêma Tirbespiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30 hezar û 100 îmze hatin komkirin.

Di çarçoveya kapmanyaya îmzeyan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah li qada navnetewî hatiye destpêkirin de, li Rojavayê Kurdistanê jî xebatên komkirina îmzeyan dom dikin. Li bajarê Tirbespiyê heta niha 30 hezar û 100 îmze hatine komkirin. Komîteya berhevkirina îmzeyan diyar kir ku, li herêma Sinceq 10 hezar û 700, li herêma Aliyan 6 hezar û li navenda Tirbespiyê 13 hezar û 400 îmze hatin berhevkirin.

Komîteya Îmzeyan destnîşan kir ku, hemû welatiyên Ereb, Suryanî û Kurd eleqeyek mezin nîşanî kampanyayê daye û tevlî xebatan bûne.