Li Tilzêrîn şopên hovîtiyê hatin dîtin

Li Tilzêrîn şopên hovîtiyê hatin dîtin

Di kolandina li birên Gundê Tilzerîn de hestiyê 3 kesan hat ditin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdinê Erdal Kuzu diyar kir ku, wan di 2 bîran de kolandin kir û di encama kolandinê de hestiyê 3 kesan dîtin. Kuzu anî ziman ku, hestiyê wan dît'n, şopa hovîtiyê nîşan dida û ev hovîtî bi gotinan nayên ziman.

Li gundê Tilzerîn ê Qoserê ji bo A.Vahap Ateş, Mehmet Emîn Abak û Yusuf Tunç ên di navbera salên 1994-1995'an de hatin windakirin, kolandina goren komî îro serê sibê ji nû ve destpê kir. Li gundê Tilzerîn ê navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji bo A.Vahap Ateş, Mehmet Emîn Abak û Yusuf Tunç ên di navbera salên 1994-1995'an de hatin windakirin bi fermana Dozgerê Komarê yê Qoserê di 21'ê gulanê de kolandin hatibû destpêkirin. Lê ji ber barana zêde kolandin taloqî 23'yê gulanê hatibû kirin. Di 23'yê gulanê de kolanandin hatibû kirin û ji 8 bîrên avê jê 2 bîr hatibûn kolandin.

Dozgeriyê ji ber qada kolandinê berfirehe û wesayîtên kar, têr nakin xebata hatibû taloqkirin. Îro serê sibê li Gundê Tilzêrîn kolandinê ji nuve destpê kir. Serê sibê ji aliyêdozgeriyê ve kolandina sêyemîn hate destpêkirin. Rêveberên Şaxa ÎHD'ê yên Mêrdînê û MEYADER'ê û malbata Abak hatin herêma kolandinê. Kolandinê heta êvarî berdewam kir. Di kolandina li 2 nokteyên cuda de hestiyê aydî 3 kesan hat dîtin.

Hestiyên ku îro hatin dîtin tevî cilê wan hat dîtin. Di kolandina destpêkê de hestiyê mirovekî û di kolandina 100 metre tenişta kolandina destpêkê hestiyê 2 kesên din hat dîtin. Kolandinê heta tarî ket erdê berdewam kir û piştî tarî ket erdê dozger heta sibê disa navber da kolandinê.

Bavê Mehmet Emin Abak Halil Abak diyar kir ku, qazaxê sor ê li ser hestiyan hatiye dîtin aydî kurê wî ye û wiha got: "Dema di sala 1995'an de kurê min hat binçavkirin qazaxê sor li wî bû. Tişte ku ez tenê dixwazim bila cerdevan dest ji çekan berdin. Em birayê hevin û divê êdî em hev nekujin. Ez ji bo hemû kesên keda wan ket kolandinê spas dikim. Her 18 sal di ser de derbas bûn jî êşa me taze ye. Her çend êşa me zêde be jî ji ber ku me hestî dîtin em kêfxweş in. Mehmet Emînek hat kuştin, lê ji malê 7 Mehmet Emin rabûn. Em navê wî û doza wî dişopînin. Em dê hestiyê wî li gora gundê xwe veşêrin.

'HESTIYÊ KU ME ÎRO DÎTIN ŞOPA HOVÎTIYÊ NÎŞAN DIDE'

Apê Abak Selim Abak jî anî ziman ku, cenazeyê biraziyê wî Mahmut Abak ê ku 18 sal berê di bîra avê de hatibû veşartin hat derxistin û wiha got: "Hestiyê ku niha em gihiştinê ez bawer dikim ku aydî biraziyê min Mehmet Emin Abak e. Hevîya me ewe ku hestiyê hatin dîtin aydî Mehmet Emin Abak bin. Ger ku kesên ev qetilkirin pêk anîn bê ceza bimînin em dê her roj bên kuştin."

Serokê MEYADER'a Mêrdînê Yilmaz Eren jî anî ziman ku, bi vê hovîtiyê dîsa hat dîtin ku rûmeta mirovan çiqas ketiye bin piyan. Eren anî da zanîn ku, bi dîtina hestiyê Mehmet Emin Abak hovîtî û komkujiya mirovahiyê derketiye holê û wiha got: "Li ser axa Kurdistanê bi hezaran mirov bi vî rengî û hovîtî hatin qetilkirin û hatin veşartin. Ji bo dîtina wan em dê têkoşînê bidin."

'VIR NAVENDA ÎNFAZÊ YA JÎTEM'Ê BÛ'

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Mêrdînê Erdal Kuzu jî anî ziman ku, ji ber şert û mercan navber dabû kolandinê û îro jî ji ber tu tarî ket erdê dîsa navber dan kolandinê. Kuzu da zanîn ku, di kolandinê de hestiyê aydî 3 kesan hatin dîtin û bawer dikin ku hestî aydî Mehmet Emin Abak û kesîn din in. Kuzu destnîşan kir ku, piştî hestiyan bişînin Saziya Tipa Edlî dê diyar bibe.

Kuzu da diyarkirin ku, di navbera salên 1993 û 2000'an de gundê Tilzêrîn hat valakirin û piştre Gundê Tilzerîn bû navenda înfazê ya JÎTEM'ê. Divê dewlet ji kurdan lêlorînê bixaze. Ji ber ku îro şopa hovîtiyê li ser van hestiyan hat dîtin. Em naxwazin ev kolandina goran tenê di sînorê Qoserê de bimîne. Em dixwazin kolandin li her derê bê kirin.

Kuzu bang li hemû raya Tirkiyeyê kir û wiha got: "Me li vir şopa hovîtiyê dît. Ev hovîtî bi gotinan nayê ziman. Ez behsa mirovên sivîl ku avêtine tuwaletê dikim. Mirovên sivîl ku serê wah tune tên dîtin. Ev wêneyê şerê herêmê ye. Em wekî ÎHD'ê ji bo hemû kuştinên pêk hatine ronî bikin em dê di nava xebatê de bin. Di van hemû kuştinan de şopa dewletê li ser heye. Hemû di arşîvê dewletê de hene. Ji bo em bigihijin delîlên din em dê kolandinê berdewam bikin.