Li Tîlzerîn hestiyên nû hatin dîtin
Li Tîlzerîn hestiyên nû hatin dîtin
Li Tîlzerîn hestiyên nû hatin dîtin
Li gundê Tilzerîn ê Qoserê di kolandina bîran de piştî duh hestiyê 3 kesan hatin dîtin îro jî hestiyên din hatin dîtin.
Li gundê Tilzerîn ê Qoserê ji bo A.Vahap Ateş, Mehmet Emîn Abak û Yusuf Tunç ên di navbera salên 1994-1995'an de hatin windakirin, kolandina gorên komî 2 rojin berdewam dike. Kolandina goran bi fermana Dozgerê Komarê yê Qoserê di 21'ê gulanê de kolandin hatibû destpêkirin. Lê ji ber barana zêde kolandin taloqî 23'yê gulanê hatibû kirin. Di 23'yê gulanê de kolanandin hatibû kirin û ji 8 bîrên avê jê 2 bîr hatibûn kolandin. Dozgeriyê ji ber qada kolandinê berfireh e û wesayîtên kar, têr nakin xebata hatibû taloqkirin. Duh û îro dîsa kolandin hatin kirin. Di kolandina duh de hestiyê aydî 3 kesan hat ditin. Di kolandina îro de jî dîsa hastî hatin dîtin. Di kolandinê de dîsa Rêveberên Şaxa ÎHD'ê yên Mêrdînê û MEYADER'ê û malbata Abak hatin herêma kolandinê. Kolandina ku duh heta êvarî berdewam kir, îro bi dawî bû.
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Mêrdînê Erdal Kuzu, piştî kolaninê diyar kir ku ji ber şert û mercan navber dabû kolandinê û di kolandina duh de hestiyê 3 kesên sivîl hatin dîtin. Kuzu, da zanîn ku di kolandina îro de ji dîsa rastî hestiyan hatin û dê hestiyên cenazeyan ji bo tespita nasnameyan bişînin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.