Li Tiltemirê pevçûn: Zarokek û şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest dan

Li Tiltemirê pevçûn: Zarokek û şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Tiltemir ê Rojavayê Kurdistanê komek kesên çekdar ên ji erebên herêmê pêk tên, li nava sûkê heqaret li gel kirin û gule reşandin. Li hemberî vê yekê hêzên YPG’ê mudaxele kirin û pevçûn derket. Di encama pevçûnê de şervanekî YPG’ê û zarokekê jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Tiltemir, saetên derdora 19.30’an de komek kesên çekdar li navenda bajêr heqaret li welatiyan kirin û piştre jî li nava sûkê gule li derdorê reşandin. Li hemberî vê yekê hêzên YPG’ê mudaxele kirin û pevçûn derket.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di pevçûna ku nêzî nîv saetê dom kir de, şervanê YPG’ê Mehemed Yunis ê bi nasnav Cudî Tiltemir ku di sala 1993’yan de li Tiltemir ji dayîk bûye, jiyana xwe ji dest da. Di dema pevçûnê de zarokek ku temenê wê derdora 10 saliyê de ye, dema bi malbata xwe re di sûkê re derbas dibû bû hedefa guleyan û jiyana xwe ji dest da. 

Piştî mudaxelekirina YPG’ê êrîşkaran xwe paşve kişandin, lê li bajêr alozî didome.