Li Tiltemirê Meclisa jinan hate avakirin

Li Tiltemirê Meclisa jinan hate avakirin

Di çarçoveya rêzeçalakiyên rêxistina Yekîtiya Star a li bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê de,  Li taxa Elhamra ya bajarokê Til Temir, bi beşdariya gelek jinan civînekê hate lidarxistin. Di civînê de  Meclisa jinan a taxê hate ava kirin.

Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Yekîtiya Star Narîn Yûsif li ser rola jinê ya di civakê de axivî û diyar kir ku, pêwîste jin xwe bi rêxistin bike, ji ber ku ger nekare xwe birêxistin bike wê nekare bibe xwedî biryar .

Yûsif  bal kişand ku, pêwîstiya jinan bi perwerde û rêxistinê heye û wiha berdewam kir: ‘’ Ku jin azad nebe wê civak jî azad ne be, heger ku jin mafê xwe yê rêveberiya azad û serbixwe bikar neyne wê civak jî tu carî neyê guhertin."  Di dawiya axaftina xwe de Yûsif ji jinan xwest ku xwe di nava meclisên gund û bajaran de bi rêxistin bikin û meclisên xwe jî avabikin.

Di dawiya civînê de Meclisa jina hate hilbijartin û 3 jin ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin. Her wiha 4 komîteyên jinan jî hatin hilbijartin.

Piştî avakirina Meclisa gundê El-Hemra hejmara meclisên jinan ên li Til Temir hatine avakirin bûn 3.