Li tevahiya sînor êrîşên polîs û leşkeran

Li tevahiya sînor êrîşên polîs û leşkeran

Polîs û leşkerên Tirk piştî gundê Etmanîkê êrîşê konên nobetê yên li gundên Dewşen, Bedhê û Qopê jî êrîş kirin. Gelek kes hatin derbkirin û birîndar jî hene. Hat ragihandin ku gelek kes hatine binçavkirin.

Li aliyekê, ev bi mehane çeteyên DAIŞ ên hov êrîşê Kobanê dike, li aliyê din ê sînor jî leşker û polîsên Tirk êrîşê Kurdan dike. Gelê ku li ser sînor bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re çalakiya li dar xist, li rastî êrîşa bi bombeyên gazê û gava şid a polîsan hat. Di êrîşê de wesayitên weke TOMA, zirxî û dopişk hatin bikaranîn.

Piştî êrîşa dijwar a li Etmanîkê, gelek polîs û leşkerên Tirk çûn gundê Dewşenê û dor li girseya gel girtin. Leşkeran li gel ku banga “Ev der xeter e” êrîşê gel kirin.

Di êrîşa li Dewşenê de 3 kes hatin binçavkirin û kesê 55 salî yê ku ji Antalyayê hatibû, tevlî çalakiya nobetê bibû, rastî êrîşa dijwar a polîsan hat.

Leşker  û polîsên Tirk piştî êrîşa li Dewşenê vê carê êrîşê gundên Bedhê, Elîzêr û Qopê kirin. Leşkeran li gundê Elîzêrê banga “ji gund  derbikevin” kirin û piştre êrîş kirin. Li gundê Qopê jî di encama êrîşa polîsan de berika bombeya gazê li singê ciwanê bi navê Denîz ket û birîndar bû.

Polîs û leşker piştî Qopê careke din vegeriya gundê Elîzêrê û Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayla Kat hevdîtinek bi polîsan re pêk anî û derbarê hevdîtina bi walî re agahî da.

Hat ragihandin ku rayedaran di hevdîtinê de ji Akat re gotine: “Em mudaxele nakin, xwedî li girseya xwe derbikevin. Em dê di nava gund re derbas bibin. Ger kevirek jî biavêjin em dê mudaxele bikin.”

Piştî leşker ji gund derketin, girseyê careke din berê xwe da konê nobetê.