Li Tetwanê di konê çareseriyê de govend hat gerandin
Li Tetwanê di konê çareseriyê de govend hat gerandin
Li Tetwanê di konê çareseriyê de govend hat gerandin
Di çarçoveya pêvajoya çareseriya demokratîk de ku vekişîna gerîlayan didome, organîzekirina konên çareseriyê yên li ser vî esasî tên vedan jî berdewam dike. Di çalakiyên konên Bedlîs û Tetwanê de gel govend gerand û peyamên aştiyê dubare kir.
Li Tetwanê di konê çareseriyê yê ji bo şopandina vekişîna gerîlayên HPG’ê di pêşengiya BDP’ê de ji aliyê komîsyona şopandinê ve hat vedan de nobet bi şev û roj bi gerandina govendê berdewam dike. Gelê Bedlîsê yê heta ber sibê govend gerand peyama aştiyê dubare kir.
Pembiye Oget ku yek ji aktîvîsta di kon de nobetê digire destnîşan kir ku armanca wan ev e; pêvajoya baş bi rê ve biçe û wiha berdewam kir: “Me ji bo aştiyê ev kon li vir veda. Ji bo gerîlayên me bê qeda û bê bela vekişin bi şev û roj em li vir nobetê digirin. Li ser banga Rêberê xwe em piştgiriya pêvajoyê dikin. Armanca me di vekişînan de rê li ber provokasyonan girtin e. Ji bo aştiyeke mayînde ya dikeve ser milê me em hewl didin pêk bînin.
Dayik Perîhan jî ku di konê çareseriyê de nobetê digire wiha got, “Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Êdî bes e, bila êdî ji wan zîndanan derkeve. Bila Rêbertî azad bibe da ku em jî azad bibin.” Çalakiya nobetê piştî Bedlîsiyan kesên ji Norşînê hatibûn dewr girtin.