Li Tertosê bêtirî 80 koçber hatine girtin

Li Tertosê bêtirî 80 koçber hatine girtin

Rejîma Baasê li bajarê Tertosê ya Sûriyayê gelek koçberên ku panzdeh rojin li wir bi cih bûne hati girtin.

Hate ragihandin ku, bêtirî 80'ê kes ji du hefteyan ve li bajarê Tertosê ji aliyê hêzên rejîma Baasê ve di bin hincetên cûrbecûr de hatine girtin.

Di derbarê vê mijarê de welatiyê bi navê Ebdo Mihemed ji navçeya Mabeta ya Efrînê diyar kir ku, ew li bajarê Tertosê panzdeh rojan bêyî zanibe ji bo çi hate girtin.

Hevjîna Ebdo Mihemed jî diyar kir ku, mêrê wê li gel hinek cîranên wan ku ji bajarê Helebê koçberî bajarê Tertosê bibûn hatin girtin.