Li Tambovê êrîşên DAIŞ hatin şermezarkirin
Li Tambovê êrîşên DAIŞ hatin şermezarkirin
Li Tambovê êrîşên DAIŞ hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Tambovê dijîn, ji bo êrîşên DAIŞ ên li ser kantona Kobanê şermezar bikin li hev civiyan. Di civînê de Parlementerê herêma Tambovê Rûstem Şemoyan da zanîn ku ev êrîş di çerçoveya planên navneteweyî û bi piştiriya Tirkiyê tên kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Federasyona Rûsyayê Tambovê dijîn, ji bo balê bikşînin ser êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê îro danê sibê li avahiya Mala Kurdan li hev civiyan. Civîn, ji bo bîranîna Kurdistaniyên di êrîşên DAIŞ’ê de jiyaan xwe ji dest dan û hemû cangoriyên Kurdistanê bi dqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Di civînê de patlementerê herêma bajarê Tambovê Rûstem Şemoyan ji Kurdistaniyan re axaftinek kir û got: “Hêzên navneteweyî û bi taybet jî Tirkiye dixwazin destketiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê têk bibe. Ji ber vê yekê îro Tirk çi ji destê wan tê alîkariyê didin DAIŞ. Ev DAIŞ a ku li herêmê bûye wek kanserê pêwîste rojekê berê rojekê bê tinekirin. Bila hemû kes bizane ku gelê Kurd bi hezar salan e ku li hember komkujî û polîtîkayên înkarê li ber xwe daye û wê bidin jî. Bi hêzên wisa reş û bê armanc nikarin gelê Kurd tine bikin. Em di serî de, ji ew hêzên ku alîkarî didin DAIŞ û ji komkujiyên DAIŞ'ê yên li heremê pêk tîne bêdeng dimînin re dibêjin hûn nikarin gelê Kurt wisa teslîm bigirin. Gelê Kurd bi îradeya xwe ya azad heya niha tevgeriya ye û wê tevbigire jî. Em wek Kurdistaniyên li bajarê Tambovê dijîn, şerma cîhanê DAIŞ bi tundî şermezar û lanet dikin.”
Her wiha di dewama civînê de endamê rêxistina saziya civakî ya Kurdên bajarê Tambovê Entab Kamran Şêxo jî axivî û got: “Îro hemû hêz li hemberî Kurdan bûne yek. Azadiya Kurdan ji xwe re metirsiyek dibînin. Ji bo kurd koleyên wan bin û bi îradeya xwe ya azad tevnegerin çi ji destê wan hat kirin. Lê li hember hemû polîtîkayên kirêt gelê kurd xwe azad kir û dike. Lê mêze kirin ku êdî nikarin pêşiya gelê Kurd bigirin biryar girtin ku wan qetil bikin. Ji bo qetilkirina Kurdan jî rêxistina DAIŞ ava kirin. Her kes dizane û dibîne ku dewleta Tirk hevkarê herî mezin ê DAIŞ’ê ye. Lê kes jê re tiştekî jî nabêje. Ji bo nabêje ji ber ku wan ev plan bi hev re amadekirine û bi hev re dimeşînin. Mixabin hin partî û saziyên Kurd jî di nav vê planê de cihê xwe digrin. Em wek Kurdên li qada Rûsyayê dijîn di serî de bengawazî li DY, NY, Amerîka û Ewropa û saziyên alîkariyê re dikin ku guh bidin êşa gelê Kobanê û bi gelê Kobanê re bibin alîkar.”
Her wiha Kurdistaniyên ku beşdarî civînê bûne jî li ser rewşa Kobanê û êrîşên DAIŞ nêrînên xwe anîn ser ziman û êrîşên DAIŞ bi tundî şermezar û lanet kirin.