Li Tambovê ciwanan şoreşa Rojava silav kir

Li Tambovê ciwanan şoreşa Rojava silav kir

Ciwanên Kurd ên li bajarê Tambov ê Rûsyayê dijîn bi daxuyaniyekê, avabûna meclîsa damezrîner a ji bo Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê, silav kirin.

Li bajarê Tambov ê Rûsyayê, ciwanên Kurd îro danê sibê saet di 10:00 de li ber avahiya Mala Kurdan daxuyaniyek dan çapemeniyê û avabûna meclîsa damezrîner a rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê silav kirin. Ciwanan piştgiriya xwe ji bo vê pêngavê nîşan dan gotin, "Gelê Kurd bi îradeya xwe çarenûsa xwe pênase dike."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd îlankirina meclîsa damezrîner a ji bo rêveberiya demî, mafê xwe yê herî însanî bi dest xistiye.