Li Swêdê festîvala gelên hindikayî hat lidarxistin
Li paytexta Swêd Stockholmê, "Festîvala 5 gelan" a danasîna ziman, çand û kevneşopiya 5 gelên li Swêdê weke hindikayî tên qebûlkirin, hat lidarxistin.
Li paytexta Swêd Stockholmê, "Festîvala 5 gelan" a danasîna ziman, çand û kevneşopiya 5 gelên li Swêdê weke hindikayî tên qebûlkirin, hat lidarxistin.
Li paytexta Swêd Stockholmê, "Festîvala 5 gelan" a danasîna ziman, çand û kevneşopiya 5 gelên li Swêdê weke hindikayî tên qebûlkirin, hat lidarxistin.
Festîvala ku di 6'ê Hezîranê roja neteweyî ya Swêdê de li Qesra Hesselby a li Stockholmê destpê kir, di 16'ê Tîrmehê û hefteya derbasbûyî de li Bexçeyê Qral ê li navenda Stockholmê bi hin rêze çalakiyan dewam kir.
Di çarçoveya çalakiyên "Festîvala 5 gelan" de hunermendên gelên hindikayî stranên bi zimanê û ekîbên govendê jî folklora xwe pêşkêş kirin. Hunermendên gelên hindikayî hewl dan lîstikên xwe yên hînî beşdarên festîvalê bikin.
Li binê konên li qada festîvalê hatin vedan, wêne û pirtûk hatin nîşandan. Li ser çand, ziman û kevneşopiyên 5 gelên hindikayî belavok hatin belavkirin.
Ji rêxistina E Romani Glinda Fred Taikon der barê "Festîvala 5 gelan" a îsal cara 2. tê lidarstin de daxuyanî da çapemeniyê û anî ziman ku ji be wan dîtine haya gelê Swêdê bi têrkerî ji gelên hindikayî nîne, wan çalakiyeke bi vî rengî lidar xistine.
ARMANCA FESTÎVALÊ: TÊKOŞÎNA LI DIJÎ PÊŞHIKMAN
Taikon diyar kir ku li gorî lêkolîn û anketên li nava raya giştî hatin kirin, bi tenê ji sedî 20 ê Swêdiyan der heqê zimanên hindikayiyan de xwedî agahî ne û destnîşan kir ku gelên hindikayî bi taybetî jî Romen, li pêşhikman rast tên.
Taikon got, "Mirov dibêjin qey Romen diz in. Dibêjin qey Romen naxwazin biçin dibistanê. Dibêjin koçberî, stran û muzîk di xwîna Romenan de hene. Ti ji van ne rast in. Ez bi xwe nizanim bistirêm. Bi vê festîvalê re em dixwazin li hemberî pêşhikmên bi vî rengî derkevin."
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DER HEQÊ HIKÛMETA SWÊDÊ DE LÊPIRSÎN VEKIR
Hikûmeta Swêdê di sala 1999'an de Samî (Laponî), Yahûdî, Romen, Fîniyên Tornedal û Fîniyên Swêdê weke hindikayiyên neteweyî qebûl kir. Zimanên Samî, Fînî, Romenî, Yîddîşî û Fîniyên Tornedalî (Meankîelî) weke zimanên hindikayiyan qebûl kir û perwerdeya bi zimanê dayikê bi qanûnan ewle kir.
Lê belê rêxistinên mafên hindikayiyan Swêdê rexne dikin ku li gorî peymanên mafên hindikayiyan, ku mora xwe daniye binî tevnagere. Nûnerên gelê Samî ji Swêdê dixwazin ku mora xwe deyne binê peymana xala 169 a peymana LO, ku mafên gelên xwecihî yên Swêdê ewle dike.
Talankirina xaka Samiyan ji aliyê kargehên madenê yên navneteweyî, rastî nerazîbûnan hatibû. Tevî Dêrên Swêdê û Federasyona Neteweyên Yekbûyî bi qasî 50 rêxistinên civakî yên sivîl di destpêka vê salê de li Neteweyên Yekbûyî giliyê hikûmeta Swêdê kiribûn. Di serlêdanê de hatibû ragihandin ku Swêd li gorî peymanên ewlekirina mafên hindikayiyan tevnagere û li hemberî nîjadperestiya mezin dibe, tedbîran nagire.
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ev îdîa cidî dît û hikûmeta Swêdê vexwend Cenevreyê û îfadeya hikûmetê girt.