Li Strasbourgê çalakiya hevpar a Fransî, Tirkiyeyî û Kurdan

Li Strasbourgê çalakiya hevpar a Fransî, Tirkiyeyî û Kurdan

Bi armanca pişgirîdayîna berxwedana Taksîmê, i bajarê Fransa Strasbourgê bi beşdariya saziyên Krud, Tirkiyeyî û Fransî çalakiyek hat lidarxistin.

Bi armanca piştgirîdayÎna berxwedana Taksîmê û şermezarkirina helwesta hukûmetê û dijwariya polêsan, li navenda bajarê Strasbourgê li "Place de La Reepublique" bi beşdariya 800 Kurd, Tirkiyeyî û Fransî çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de Platforma Jinan a Strasbourgê, Partiya Sosyalîst a Fransayê, Civata Eniya Çep, rêxistinên ciwanan ên antîfaşîst, amade bûn.

Di mîtînga bi beşdariya Navenda Çanda Mezopotamyayê de, ji bo bîranîna xwepêşandêrên di bûyerên Taksîmê de jiyana xwe ji dest da û Şoreşgerê Fransî yê 19 salî Clement Meric ê çend roj berê li Parîsê ji aliyê komeke faşîst Skinhead ve hat kuştin, deqeyek rêz hat giritn. Beşdarên çalakiyê, der heqê berxwedana Taksîmê û polîtîkayên AKP'ê de ji hev re nêrînên xwe anîn ziman.

PEYAMA YEKITIYÊ

Di axaftina li ser navê ciwanên antîfaşîst ên Fransayê de hat destnîşankirin ku mîna li Fransayê di mînaka Clement Meric û li Tirkiyê di mînakên dawî de tê dîtin ku ciwanên li dijî sîstema kapîtalîst derdikevin, hedef tên girtin û bal hat kişandin ser girîngiya yekitiya navbera ciwanên alîgirê kedê.

Beşdarekî Kurdistanî, bi nasnameya xwe ya Kurd û Elewî axivî û diyar kir ku divê êdî dawî li neheqî û zextên bi salane li Tirkiyê tê meşandin, bê anîn.

Sekreterê bajarê Bas-Rhin ê Partiya Sosyalîst a Fransayê Mahtieu Cahn da xuyakirin ku ew li gel berxwedan û daxwazên rewa yên li Taksîmê ne. Di çalakiyê de li gel Platforma Jinan a Strasbourgê û komeleyên Fransayê, her weha ji gelên Cihû û Fîlîstînê jî mafê axaftinê girtin û peyamên piştgiriyê dan.

Mîtîng, bi stranên şoreşgerî yên bi zaravayê Kurdî Zazakî û Tirkî bi dawî bû.

Bi armanca piştgirîdayîna çalakiya Taksîmê, wê roja Şemiyê li bajêr bi beşdariyeke xurt meş û mîtîngek bê lidarxistin.