Li Strasbourg, Kopenhagen û Den Haag çalakiyên ciwanên Kurd
Li Strasbourg, Kopenhagen û Den Haag çalakiyên ciwanên Kurd
Li Strasbourg, Kopenhagen û Den Haag çalakiyên ciwanên Kurd
Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo balê bikşînin ser berxwedana Kobanê û êrîşên DAIŞ'ê şermezar bikin, çalakiyên xwe dewam dikin. Pêşengiya van çalakiyan jî ciwan dikin.
Li Strasbourgê li ser banga KCD-E û TJKE, duh êvarê hat xwestin ku meşeke bi meşale were lidarxistin, lê belê polîsê Fransayê destûra vê neda.


Ji ber astengkirina meşê nêzî 50 ciwanan berê xwe dan gara trenê ya Strasbourgê û ji bo dengê berxwedana Kobanê bidin bihîstin dirûşme qîriyan û bi alên YPG'ê li garê çalakî lidar xistin.
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî ciwanên Kurd li gara trenê ya Hovedbanegård çalakî pêk anîn.
Nêzî 70 ciwan, ji bo bala raya giştî ya Danîmarkayê bikşîne ser rewşa li Kobanê dan xuyakirin ku ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.
Li navenda bajarê Den Haag ê Hollandayê jî, ciwanên Kurd bi tiyatroya li nava kolanan hewl dan berxwedana Kobanê û sûcên DAIŞ'ê yên li dijî mirovahiyê dike, vebêjin.

Ciwanan pankartên bi zimanê Flamanî yên bi nivîsa "DAIŞ komkujiyê dike, Tirkiye destekê dide" vekirin.
Li aliyê din, piştî çalakiya zincîrkirinê ya li ber Parlamenta Hollandayê, rayedaren parlamentê soz dan ku daxwazên Kurdan binirxînin.