Bi munasebeta 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan li Stockholm a Swîsreyê gelek bername pêk hatin.
MURAT KUSEYRÎ - ANF
STOCKHOLM
şemî, 25 avrêlê 2015, 07:40
Bi munasebeta 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan li Stockholm a Swîsreyê gelek bername pêk hatin.
Bernameya yekemîn li StorKyrkan ( Dêra Mezin) saet di 09.30’an de destpê kir. Piranî Ermenî, bi sedan kes beşdarî ayînê bûn û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane find hatin pêxistin û dûa hatin kirin.
Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku bûyerên di 1915’an de pêk hatine paqijiyeke etnîkî ya li hemberî Xiristiyanên kêmar bû. Hat gotin ku 2 mîlyon Ermenî, Suryanî û Rûmên Pontus jiyana xwe ji dest dane û got ji bo kewandina birînan divê Tirkiye qirkirinê qebûl bike.
Piştî bernameyê li Baxçeyê Kral hatin cem hev û saet li dora 12.30’an berbi seferatxaneya Tirkiyeyê dest bi meşê kirin. Li pêş kortejê bandoya ciwanan cih girt û komek îzcî ya ciwanên Ermenî jî li pey koma bandoyê bûn.
POLÎSAN DESTÛR NEDA
Girseyê dovîz û pankartên ku qirkirin şermezar dikirin, hildan û stran û sirûdên Ermenkî xwendin. Polîsan li ber seferatxaneyê barîkat ava kir û nehiştin girse bê ber seferatxaneyê.
Komeke faşîst a ji 25-30 kesî pêk dihat, di destê wan de alên Azerî Tirk hebûn hatin ber seferatxaneyê. Dirûşmên nîjadperest berz kirin.
LOBÎVANÊN AKP Û ALIYEV LI SER KAR BÛN
Di nava komê de serokê Federasyona Komeleya Karkerên Tirkiyeyê ya Swêdê Hasan Dolek ku ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê ya Tirkiyeyê bû bernamzet û serokê Federasyona Azerî Settar Sevîgîn ku ji rejîma Aliyev re xizmeta lobîtî dikir, jî hebûn.
Di heman saetan de li navçeya Sondertelje ya Stockholmê ku nêzî 30 hezar Suryanî lê dijîn, li Qada Pîlottorget hatin cem hev û qirkirin protesto kirin. Çalakgeran alên Asûrî hildan û Tirkiye protesto kirin.
JI BO TIRKIYEYÊ BANG
Saet di 15.00’an de bi hezaran kes li Qada Sergel a Stockholmê hatin cem hev. Di çalakiyê de tevî saziyên Asûrî, Suryanî, Rûm, ji Konseya Kurd a Swêde jî kes beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha Lîderê partiya Çep Jonas Sjostedt, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê yê berê û parlamenterê partiya Gel Birgitta Ohlsson, Serokê PEN a Swêdê Ola Larsmo, axaftin kirin û bang kirin ku divê Tirkiye Qirkirina di 1915’an de hatiye kirin qebûl bike.
Lîderê partiya Çep Jonas Sjostedt got di 1915’an de Ermenî, Suryanî û Rûmên Pontus trajediyên mezin kişandine, hatine tehcîririn, rastî êrîş û tecawizan hatine û 1.5 mîlyonek kesî jiyana xwe ji dest daye.
BILA HIKÛMETA SWÊDÊ BIRYARA QIRKIRINÊ BIKE MERIYETÊ
Bîrgîtta Ohlsson jî got tevî ku di ser qirkirinê de 100 sal derbas bûye jî Tirkiye hê qirkirinê înkar dike, ev şerma herî mezin ne û wiha got: “Tiştên sed sal berê pêk hatin îro li Iraq û Sûriyeyê tê jiyîn. Lê vê carê li şûna Tirkên Ciwan, DAIŞ qirkirinan pêk tîne. Ji bo kewandina birînan divê dewleta Tirk qirkirinê qebûl bike û hikûmeta Swêdê jî biryara qirkirinê ya di 2010’an de girtiye, demildest bike meriyetê.”