Parlamenta Srî Lankaye, erkên Serokkkomarê xwe bisînor kir. Parlamentê, dema wezîfeyê ya du serdeman, ku Serokkomarê berê Mahînda Rajapaksa rakiribû, ji nû ve weke dema herî zêde ya wezîfeyê destnîşan kir.
Bi guhertinên nû re Serokkomar wê nikaribe berî 4.5 salan parlamenta xwedî wezîfeya pênc salan ji holê rake. Beriya niha Serokkomar dikarîbû piştî salekê parlamentê betal bike.
Ev guhertinên hatin kirin di nava sozên Serokkomarê nû Maîthrîpala Sîrîsena yên dema kampanyayê de hebûn.
Serokkomarê beriya niha Rajapaksa, dema di sala 2010'an de careke din ji bo Serokkomariyê hatibû hilbijartin, şertê du serdeman rakiribû û ji bo cara sêyemîn bûbû namzet.
Serokkomar her wiha erkên xwe yên li ser polîs û dadgeriyê jî berfireh kiribû.
Maîthrîpala Sîrîsena ku soz da wê li hemberî karê ne li rê têbikoş e, di hilbijartinên Serokkomariyê yên meha Çileyê de ji sedî 51.28 ê dengan wergirtibû û bûbû Serokkomarê nû.