Li Somalî El Şebab 21 kes qetil kir
Li Somalî, di êrîşên xwekujî yên çeteyên El Şebab de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 30 kes birîndar bûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 5 jê sivîl in.

Li bajarê peravî Kîsmayo yê li başûrê welêt, di êrîşa xwekujî ya li hemberî kampeke perwerdeya leşkerî de herî kêm 16 leşkeran jiyaan xwe ji dest dan. Di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî de 21 leşker birîndar bûn.
Berdevkê çeteyên El Şebab Şêx Abdîasîs Ebû Mûssab bi daxuyaniyekê berpiryariya êrîşa li Kîsmayo girt ser xwe. Rayedarên leşkerî diyar kirin ku dema leşker ji bo perwerdeyê kom bûbûn, êrîş pêk hatiye.
Di êrîşeke din bi wesayîta bombebarkirî ya li paytext Mogadîşû de, ku heta niha kesî berpirsyariya wê negirtiye ser xwe, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Berdevkê Wezareta Karên Hundir Mûhammed Yûsûf diyar kir ku di êrîşê de 7 kes birîndar bûne.